Kurd çi dixwînin?


Televîzyona cîranê me Hecî Hesen xera bibû, şand pey min ji bo ez jê re televîzyona wî çêkim. Piştî min televîzyon çêkir, jina wî got: „Kuro Miheme Arif, ka wan kanalên tazî jê bibe, mêvanek tê mala me em li ber xwe dikevin, em ji ber mêvanan şerim dikin televîzyonê vekin. Tu kîjan kanalê vedikî jineke tazî telefon daye nav şeqên xwe, gazî Hecîyê me dike dibêje were li Şeqlawa govend e.“

Li ser gotina Hecîjinê min dest bi jêbirina kanalên tazîjinan kir. Hecîyê me xwe sor kir, qûna xwe li ser mînderê bir û anî got: „Xwarziyê min, ez qurbana wan tilîyên te bim hemûyan jênebe, êvaran di hinekan de ajansên xeberan derdikevin.“

Hecîyê ku berê digot televîzyon qutîya Şeytan e, piştî tama televîzyonê kir, digot hemûyan jênebe di hinekan de ajans derdikevin. Min di dilê xwe de got: „Wele derdê te ne ajans in Hecî, di wan de ajans derkeve çi ye dernekeve çi ye, ne tu kafir î, ne jî bi kafirkî dizanî. Hecîjin qurbana rîhkê te be. Ancax tu di van kanalan de fêrî gana kafirkî bibî û xirpişî ser canê hecîjinê.“

Tiştên erotîk xweş in bi şeref. Îcar kê ji me bi nefsa xwe kir, kê jî hefsarê nefsa xwe li çolê girêda.

Ev nêzîkî çil û şeş roj in ez her şev nivîsekê dinivîsînim. Rêjeya xwendina her nivîsekê di navbera çil heta heştê kesan de ye. Ez gazindê nakim nabêjim nivîsên min nayên xwendin. Beşa Spûtnîkê ya Kurdî ji ber nexwendinê du sal berê boxçika xwe kir milê xwe û ji ser torên civakî bar kir û çû.

Di çil û şeş rojan de min çil û şeş nivîs nivîsandine. Baş e kîjan nivîs herî zêde tê xwendin?

About The Author