Heger Bîden jî pûç derkeve me pê girt

Heger Bîden jî pûç derkeve me pê girt

Kurd gelek caran bi sozên xelkê tên xapandin. Çi sozên dagîrkerên wan bin, çi soz û peymanên dewletên din bin, Kurd zû bi wan sozan serxweş û bi hêvî dibin. Ji ber em Kurd dilkeçik in û herkesî wek xwe saf û dilpak dibînin, em zû tên xapandin û bi çend gotinên germik û nermik zû serxweş dibin.

Mesela me li ser hilbijartinên Amerîkayê û serketina serokê dinyayê Joe Bîden bû..

Donald Trump (Dîko) bazirgan bû. Siyaseta xwe jî li gor bazirganîya xwe dikir û gelek caran Kurd ji berjewendî û bazirganîya xwe ya şexsî re kirin qurban. Her çiqasî Georg Bush ê komarîxwaz qûn li Saddam qetandibû û qencîyek mezin bi Kurdan kiribû jî, fisekê Dîko Trump ne wilo derket û ji Kurdan re kevirek dananî ser hev.

Werhasil…

Di hilbijartina serokatîya Amerîkayê de Dîko Trump heta bi qurmik pê girt û winda kir, têk çû. Joe Bîden ê ku xwedêgiravî wek dostê Kurdan tê naskirin, biserket û bû 46. Serokê Amerîkayê.

Heke bê bîra we, Joe Bîden carekê ji Serok Barzanî re gotibû „Wê temenê me herduwan têra dîtina Kurdistanek serbixwe bike“ filan û fîstan. Va Bîden bû Serokê Dinyayê û çavê me Kurdan jî ma li dest û çend gotinên devê wî.

Ez serê we neêşînim û heke bi kurt û Kurmancî bêjim, bav û kalên me gotine „ gotinên êvara dikevin qula dîwara „
Heger Joe Bîden ew gotina xwe êvarî gotibe, ji xwe me pê girt û wê gotina wî têkeve qula dîwara. Na heger bi roj û li ber tavika rojê gotibe, belkî gotinên xwe ji bîr neke û bi xêra dê û bavê xwe çend kevirên din ji Kurdan re deyne ser hev.

De ma xwedê û qiweta Sofî Xelef…

avast lizenz kaufen