MIFTEYA EQIL

Min got: -Xaltîk hûn ji Diyarbekirê ne? Got: -Tu ji ku dizanî em ji Diyarbekirê ne? Min got: -Ez ji şîfreya deriyê mala we dizanim. Got: -Tu şîfreya derîyê...


Min got:
-Xaltîk hûn ji Diyarbekirê ne?
Got:
-Tu ji ku dizanî em ji Diyarbekirê ne?
Min got:
-Ez ji şîfreya deriyê mala we dizanim.
Got:
-Tu şîfreya derîyê mala me ji ku dizanî?
Min got:
-Xaltîk, te a niha bi dengekî bilind ji kesa tu bi telefonê pê re diaxivî re got, min jî bihîst. Hem min bi şîfreya derîyê mala we zanî, hem jî ji hejmarên şîfreyê min zanî hûn ji Diyarbekirê ne. We hejmara plakeya bajarê xwe kiriye şîfreya derîyê mala xwe.

+++++

Min li erdê karteke pereyan ya bankayê dît. Nizanim pere di hesabê kartê de hebû an na, lê min bixwesta min karibû hemû pereyên di kartê de bikişanda, bikira berîka xwe. Mêrik ji bo ji bîr neke şîfreya kartê li ser kartê nivîsîbû. Min got hebe nebe ev kart yê kurdekî ye. Min kart perçe kir û avêt.

++++

Ev çend roj in li ser medyayên civakî hin nezan û xwenezan êrişî kesayetên kurd dikin. Nûçeyên bê bingeh belav dikin. Nûçeyên ji sed metreyan dûr ve mirov dizane derew e. Gelek kes jê bawer dikin û xwelîyê li nav çavên xwe dikin. Lê heger aqil hebe, mirov bi aqilane lê binêre mirov baweriya xwe pê nayne.

„Kurê Elî Ewnî, Sasan Ewnî………“

Elî Ewnî siyasetmedarekî ji Başûrê Kurdistanê ye. Siyasetmedar siyasetê dikin. Ew jî li gor dilê xwe siyasetê dike û gotina dilê xwe dibêje. Lê xuya ye hin kes ji siyaseta wî aciz in. Kesên jê aciz in bi siyasetê pê nikarin, dixwazin bi reşkirinê zora wî bibin. Lê aqilê wan di nîkilê mirîşkê de ye, nîkilê mirîşkê jî hûn dizanin di ku de ye.

Kurê Elî Ewnî, Sasan Ewnî…

Ne bi başûr dizanin, ne jî ji xelkê başûr. Dibêjin başûr jî perçeyekî welatê me ye, lewre heqê me jî tê de heye. Lê heger bi rastî jî we başûr wek welatê xwe bidîta, we yê bizaniya li başûr paşnav çawa tên danîn.

Yanê ne mimkûn e paşnavê kurê Elî Ewnî jî wek bavê xwe Ewnî be. Başûr ne Tirkiye ye. Li wir navê bav dibe paşnav. Heger kurekî Elî Ewnî bi navê Sasan hebe, ew ê nav û paşnavê wî Sasan Elî be, ne Sasan Ewnî.

Ne tenê derewkar in, her weha nezanin jî. Nezanî ne asteke kêm e, nezan li vî welatî dibin parlementer jî. Heger gotibûna birayê Elî Ewnî, Sasan Ewnî, me yê li bûyerê bikola ka rast e an derew e. Lê derew ji dûr ve dibêje ez derew in.

Wek Elî Ewnî gotî, „rûyê babê direwkeran reş bît.“

Categories
Arif TamtaşArşîvNivîskar
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

    Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
  • Talîş kî ne ?

    Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Xox û teraqî

    PRUNUS PERSÎCA Xox riwakek (nebat) darane ji malbata gulan e. Bejna wê 2-8 mitroyan bilind dibe û temenê wê 30 sal in. Kuliîlkên wê yên peyazî berî pelên wê...
  • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

    M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...