Kurd hem çîmento ne, hem febrîqe ne

VonLotikxane

Nov 25, 2020

Heger ne ji Kurdan bûya, bawer bikin belkî îro dewletek bi nave Tirkîye tunebû. Ji 1071ê heta îro yên ku Tirkîye li ser lingan hiştine xwelîserên Kurd in. Heke Kurd li xwe û doza xwe xwedî derkevin û dev ji qûnalastina dewletê berdin, li Tirkîyê kevir li ser kevir namîne û wê hilweşe. Rayedarên dewleta Tirk vê yekê baş zanin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê S. Soylu, berî niha got: “ Brayên me yên Kurd çîmentoya Tirkîyê ne “. Ev gotin belasebeb nehat gotin û wek me got, yên ku stun û dîwarên dewleta Tirk li hev radigirin Kurd in. Kurd ne tenê çîmento ne, herweha xerc in, hesinên nava wê çîmentoyê ne jî. Ne tenê ev in jî, Kurd febrîqeya çîmentoyê bi xwe ne.

Gelek ji Kurdên me kirasê xwe diçirînin û xwe ji gotinên Soylu aciz dikin û kirasê xwe diçirînin, dibêjin em ne çîmento ne.

Çawa em ne çîmento ne qurban?
Bi şeş telaqên jinberdanê, em çîmento ne jî, herî û çirava Tirkîyê ne jî. Heger em ne çîmento bûna, wê “ xwelîserên me Kurd ji dewletê re nekiribûna pîne û bi navê bratîya ummet û xelkleran Kurd nekirbûna çîmento û xerca avahîyên dewletê “.

Ez serê we zêde neêşînim gelî çîmentino, rabin û rûnên û dua ji wezîrê navxweyî re bikin. Şikir bikin go em kirin çîmento û nekirin zibil û sergoyê kuçe û kolanên xwe.

Vê heyamê çîmento jî buhaye haaaaa, ma çîmento û çîmentobûn bi dest kê dikeve babam!