TELEVÎZYONA MALA XWEDÊ

We qet dizîya xwedê kiriye? Ez ne diz im û kesî jî dizîya min nebihîstiye. Lê Xwedê min efû bike min berî çend salan ji xwedê televîzyonekê dizî! Ji...

We qet dizîya xwedê kiriye?
Ez ne diz im û kesî jî dizîya min nebihîstiye. Lê Xwedê min efû bike min berî çend salan ji xwedê televîzyonekê dizî!

Ji sersalê re du roj mabûn û berfê rêya di navbera gund û bajêr de girtibû. Vije-vija berf û bagerê ji mirov re digot ku dê heta hefteyek an jî du hefteyên din jî rêya gund venebe. Ez jî di mal de bi tenê me û hevala min jî tenê televîzyoneke 55 nizanim çi ye. Îca dema Xwedê ji mirov re li hev neyne, nayne. Tupa televîzyona min a ji dema Hezretê Deqyenûs de mabû qediya û ez bê heval di odeya xwe de asê mam. Televîzyon xerab bibû û tiştekî ku ez xwe pê re mijûl bikim tunebû. Min herî zêde dixwest di televîzyonê de şahîyên sersalê bibînim û minê êvara sersalê yekem car bi Kurdî di Kurd1a rehmetî de li fîlma Titanicê temaşe bikira. Televîzyon xerab bibû, bêhna min haşa hizûr diçû qûna min re.

Piştî banga eşayê bû û ez ji holika xwe derketim, min hinekî xwe bi avêtina berfa ser banê re mijûl kir. Feqeyên mizgeftê piştî nimêja eşayê yek bi yek ji mizgeftê derdiketin û di nav berfê de ber bi malên xwe ve diçûn. Du feqeyên ku li ber deriyê min re derbaz bûn qala fîlmekî ku mele wê evarê li mezgeftê bi wan dabû temaşekirin dikirin.

Herçend ez nediçûm mizgeftê û min nimêj nedikir jî, min ji feqe û cimûetê bihîstibû ku Mele Bariş televîzyonek aniye, li mizgeftê fîlm û belgefîlmên girêdayî Cemaeta Silêman bi feqên gund dide temaşekirin. Mele ji bajarekî tirkan hatibû û bi Kurdî nizanibû. Wî qet ji min hez nedikir û min jî ji wî. Welhasil min dizanî ku televîzyonek li mala Xwedê heye.

Piştî cimûet ji mizgeftê belav bû, minî kafir rêya mala Xwedê girt û ez bê destmêj ketim hundir. Ji ber heyveşevê hundirê mizgeftê ronî bû. Lewre min elektrîka mala Xwedê xerc nekir û lempe vênexist. Yekser çavên min li televîzyona li ser maseya li quncikê ket. Bê ku destûr ji Xwedê bixwazim min televîzyon kir himbêza xwe û di nav berfê de min berê xwe da mala xwe.

Televîzyona min û ya xwedê di heman qalibî de bûn. Herdu jî 55 ekran bûn. Lê ji ber markeyên wan ne weke hev bûn, diviya min hundirê wan veguhezta. Yanê bi kurt û kurmancî min ekrana televîzyona xwe kir nav ya Xwedê û ya Xwedê jî kir nav ya xwe. Min nameyeke bi kurdî ji Xwedê re nivîsî û wê nameyê jî kir hundirê televîzyonê û televîzyon bir danî mala Xwedê. Ji bilî Xwedê kesî ez nedîtim.

Piştî hefteyekê min bihîst ku televîzyona Xwedê xerab bûye û feqeyan televîzyon birine cem hoste. Nameyeke bi Kurdî ji alî îlahî ve di hûndirê televîzyonê de derketiye û mele ji bo xwendinê li kesekî digere…

Categories
Arif TamtaşArşîvNivîskar
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...