PDK a „KÛR“ mabû wa ew jî çêbû

VonLotikxane

Dez 5, 2020


Em Kurd milletekî ecêb in. Ji ber ecêbbûna me em negihane cîhekî û nebûne xwedî tiştek. Heta îro ji parçekirin û xirabkirinê pê ve tiştek ji me nehatiye û me kevirek dananîye ser hev. Bi taybet li Bakur û Kurdên Bakur wilo ne.

Li Bakurê Kurdistanê nêzîkî deh belkî zêdetir jî partîyên Kurd yên siyasî hene û li gor taqat û derfetên xwe, baş yan xirab, kêm yan zêde, lotikan davêjin û bi gotinê be jî karekî dikin. Em biecibînin yan neecibînin malê me ev e. Heger hûn biecibînin hûnê têkevin nav partîyek ji wan û xebata xwe bikin. Na heger hûn neecibînin jî, dîsa divê li gor derfetên xwe em piştgirîya wan bikin û zorî bidin wank u xwe bilivînin û xebatek baştir bikin.

Werhasil…

Vê dawîyê tê gotin ku li Bakur partîyek din li PDK zêde bûye û navê xwe kiriye Partîya Demokrata Kûrd. Carekê Kûrd ne Kurd e û di serî de jî navê xwe xelet nivîsandine. Ev tê wateya ku damezrênerên partîyê baş bi Kurdî Kurmancî nizanin û ji niha de lotikek paşpaşkî li xwe xistine. A duduwan; wek partîyên din, partîya ku ji dewletek dagîrker îcazeta siyasetê bistîne biser nakeve, wê wek partîyên heyî biteqine û di nav tir û fisên xwe de bifetise.
A sisiyan, li Bakur ji xwe 5-6 PDK hene û hewce nedikir PDK yek din li wan zêde bibe û mejîyê xelkê bibe şorbe.

Ez serê we neêşînim, PDK a KÛR û belkî jî pir KÛÛÛÛR li me pîroz be.
Xwedê bikim PDK a KÛR ji wan PDK yên din zêdetir bixebite, çalaktir be, xortan li dora xwe bicivîne û layiqî navê xwe be.

Pîroz û bimbarek be û şabaş ji PDK re!