Zarokên ji masturbasyonê çêbûne

VonLotikxane

Dez 5, 2020

Medyaya sosyal qada egoyê ye, ji bo zarok û nezan û xwenezanan.

Û nifşê nuh nifşekî ecêb e.

Enerjîyeke wan a bêsînor heye, lê heyf ku qîmetê wê enerjîyê nizanin, wê enerjîyê tenê ji bo teresîyê xerc dikin, teresîyeke pîç î wan jî bi xwe re dike hîç.

Bêguman ji vî nifşî, yên baqil, jîr, zîrek û jêhatî jî hene, lê ew jî di nav gemar û qilêr û qirêja wan teresan de dimehin.

Îja piçekî sûcê me ye jî.

Bi carekê em qad û meydanê ji van pîçên teres re dihêlin. Ev bêdengîya me jî ji wan re dibe xwebawerî û bi wê xwebawerîyê radibin bi xwe de dirîn; wî gûyî bi xwe didin, xwe jî dilewitînin, bi bêhna wî gûyî me jî aciz dikin.

Mixabin, carina jî meriv nikare bi xwe, meriv dihere dibeze wî gûyî, wê çaxê jî çilapekên wî gûyî xwe li meriv digire û wek wî gûyî êdî ew bêhna genî ji meriv jî difûre…

Lêborin!

Divê meriv xwe ji gûyên weha biparêze, da ku bêhna wî xwe li meriv negire û dordora meriv jî bi wê bêhna genî aciz nebe.

Teresên li ser înternetê û bi xêra google xwe li ser serê civakê dikin Hegel, Spînoza, Arîsto, bi felsefeyeke ne felsefeya xwe (ji ber ku nerîn û fikir ên dizîyê ne û di rastîyê de ew tune ne) tevna civakê xera dikin.

Ev pîçên bi masturbasyonê çêbûne û bi orgazmeke xeyalî ji ser hişê xwe ve diherin, bi rêya medyaya sosyal hewl didin pîçîtîya xwe binixumînin û xwe ji wê hîçê rizgar bikin.

Lê hûn hîç in û hûn ê pîç bimînin!

Ji ber ku,

tav dêya qencîyê ye û çi wext be jî, iîhez berê tîrêjên xwe dide wê qûnê û wê qûnê kifş dike.

Û esil gotina “qûna tazî tembûrê dixwazî” ji bo van teresên pîç çêbûye û tê gotin…

Piştî meriv bi wan re dikeve nav nîqaş û pevçûnekê û meriv ji wan re dibêje ka xwe eşkere bikin bê hûn mê ne, nêr in, nêromê ne, mîna pisîka di mirêkê de xwe şêr dibîne, ji nişka ve dibin Don Kîşot û Che û Egîd û dest bi mêrxasî û şoreşgerî û anarşîstîyê dikin.

Yê nizanibe wê bibêje qey ji bo em ê bi dar û çoyan bigirin ser malên wan em li şekl û şemal û nasnameya wan a rastîn dipirsin.

La hewle wela!

Xuya ye hûn zêde li fîlmên “Yeşilçam” û “Teksasê” dinerin.

Em dixwazin we nas bikin bê çi di qûna we de heye; hûn nêr in, mê ne, nêromê ne, jin in, zarok in, xwende ne, cahil in, hûn hêja ne ne hêja ne, da ku li gorî bejn û bal û kalîteya we em bi we re tevbigerin-muxatab bibin.

Li gundê Girbelê xortek ê bizewice.

Îja zilamên gund diherin-tên, ji bavê wî re dibêjin, “Lawê te nikare nîyhandinê bike!”

Bira jî dikeve serê bavê lêwik û ji bavê lêwik re dibe kul û derd ev mesele.

Şeva pêşî wexta lawik dihere derbasî odeya xwe dibe, bav jî ji bo dilê xwe têxe cî, dihere serê xwe dide ber derî, di qulika derî re li wan dinere.

Axir, lawik lampê vedimirîne û di tarîyê de dixirpişe ser dilê wê, karê xwe diqedîne.

Bav jî destên xwe li hevdu dixîne û difirkîne. Ji kêfa nizane wê çawa bibe sibe, ji bo here civata odeyê û bibêje, “Binerin! We digot lawê te nikare nîyhandinê bike! Çawa kir!”

Dibe sibe, dihere odeyê û civat digere. Mijar dîsa zava ye.

Bavê lêwik bi kelecan, lê di wê kelecanê de quretî û serbilindîyek jî heye, dibêje, “We dît, we dîtt! Maaşallleee, Baqîyê min wek serçe xwe avêt ser û got pit pit pit, îsê xwe qedand.”

Hûn teresên pîç ên li ser medyaya sosyal quretî û megalomanîyê dikin, hûn hemû ji nîyhandineke wek nîyhandina Baqî çêbûne.

Gotina dawî:

Mijarên ez li ser dinivîsînim, ne li ser daxwaza we, li ser daxwaza xwe ez hildibijêrim û dinivîsînim.

Hûn ne mecbûr in bixwînin, ku we xwend jî, hûn ne mecbûr in biecibînin, lê wexta we rexne jî kir, bila rexneya we rexne be, ne rêx-ne be…

Û zêde jî cidî li jîyanê nenerin, heyfa temenê we.

Hewl bidin carina bi çavekî mîzahî jî li hin mijar û meseleyan binerin,(bi taybetî jî heger pêjna min ji wan mijar û meseleyan bê, divê hûn baş bifikirin û serê xwe pê re biêşînin. Li gorî mejîyê we yê small ez XL im ),

lê ji bîr nekin, ji bo wî çavê mîzahî jî aqil divê…

Heger aqil tune be û hûn xwe li nav mijar û meseleyan biqewimînin, wek van teresên pîç ên bi masturbasyonê çêbûne, hûn ê jî bibin hîç.