Salih Mislim lotikek li Mesrûr Barzanî xist

Çar hawîr PDK û Barzanîyan hatiye dorpêç kirin û wey li wî ye ku dijminatîya Barznîyan bike. Çima ku PDK û Barzanî di xeta serxwebûnxwazî û Kurdistanîbûnê de ne,...


Çar hawîr PDK û Barzanîyan hatiye dorpêç kirin û wey li wî ye ku dijminatîya Barznîyan bike. Çima ku PDK û Barzanî di xeta serxwebûnxwazî û Kurdistanîbûnê de ne, heçê tê û lotikekê li wan dixe û wan sûcdar dike.

Piştî provokasyonên li Silêmanîyê, bi taybet medya hevaller û çepê Tirkan li dijî PDK û Barzanîyan dest bi propagandayek kirêt kirine. Ji alîyê din Tirkiye, Îran û Iraq jî li dijî Barzanîyan ketine nav dîplomasîyek xurt û bi rêya Haşdî Şabiî û dergevanên xwe dixwazin rojek berî rojekê destkeftîyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê têk bibin û Kurdan bi hev bidin kujtin.

Axir…

Lotikvanê mezin û simbêlboq xalê me Salih Mislim jî ket nav karwanê êrîşkaran û li dijî PDK û Serokwezîr Mesrûr Barzanî axivî. Mislim, di çapemenîya hevaller û çepên Tirkoleran de da lotikan û got: “ Yekî wek Mesrûr Barzanî li serê Kurdan kirin bela. Hêzên ku Rojava dorpêç kirine Pêşmergeyên Roj in, ji xwe herkes dîroka Pêşmergeyên Roj zane” filan û fîstan.

Yanî hêzên ku Rojava dorpêç kirine ne hêzên Bexda, Tehran û Şamê ne, lê Pêşmergeyên Roj in.

Me heta vir fêhm kir ya xal.

Em bêjin Mesrûr Barzanî li serê Kurdan kirin bela.

Baş e, gelo kê hûn li serê Kurdan kirin bela?

Dihok

Categories
ArşîvKadînNivîskarŞîndar Berwarî
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

    M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
  • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

    Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
  • Dîko Amerîka tevlihev kir

    Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
  • Nivîseke şolî

    Binivîsînin! Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin. Li dij vê tevgerê derdiketim, lê...
  • Kurd û xwedê

    Doh… Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn; heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her...
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!…

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...
  • Li ser pîyan…

    Qasî bîst metreyan ji min wêdetir, li ber şibakeya pencereyê, li ser kursîyeke li ber maseya xwarinê rûniştibû, bi zimanekî biyanî bi telefonê bi kesekî din re diaxivî jina...