Xewna piştî xewê…

VonLotikxane

Dez 27, 2020

Vê sibê, bi xewnekê ji xew şiyar bûm.

Xewneke bi tesîr ku kir ez berî li peyamên duh bi şev li ser înternetê ji min re hatine binêrim, serî li rojnivîska xwe yanî bloga xwe bidim û binivîsînim.

Dema li gundê xwe bûm, kêfa min herî zêde ji demsala zivistanê re dihat. Zivistanê xew hebû. Ezeb bûm, min rojê danê sibe û êvaran li ser berfê bi qasî bîst-sî deqîqeyan alif dida pez û pişt re vedigerîyam paş sobeyê li cem çay, cixare, pirtûk, radyo û xew û xewnên xwe.

Li wî gundê vala tenê himbêza jinekê ji min kêm bû, ew jî mala dostê min şeytên ava, hin şevan ji bo ez berî nimêja sibê li xwe biheyîrim dema ez di xew de di şiklê perîyekê de dihat xewna min.

Hin şevan jî ez di xew de dîktator bûm. Dîktatorê Qralîyeta Kurdistanê bûm. Min ceza li kesên ji xeynî bi zimanê fermî yê qralîyetê diaxivîn dibirî, pirtûkên bi zimanê neteweyên berê qralîyet dagir kiribûn tev dişewitandin. Kesên li dijî zimanê fermî yê qralîyetê derdiketin, min ew surgûnê welatê kokenlîyan dikirin, dişandin cem birakên wan ên bê koken.

Ax xewên berê!

Hingî ez ji gundê xwe bûme, ji xewnên şevan jî bûme. Ev çend sal in nayê bîra min min xewn dîtibe. Ez dibêjim qey xewn nakevin xewên kin. Rojê ji çar-pênc saetan kêmtir radizêm.

Her roj saet pêncê sibê şiyar dibim, heta dazde-yekê şevê şiyar dimînim. Dazde saet xebat, du sê saet êvaran bi jin û zarokên xwe re wextê şîvê li ber televîzyonê, pênc-şeş saet medyaya civakî.

Vê sibê dîsa wek her roj saet pêncê sibê ji xew rabûm, min çavekê li medyaya civakî gerand, pişt re dîsa telefon kir bin balîfa xwe. Çavên min bi ya bedena min a ku elimîye saet pêncê sibê ji nav nivînan derkeve nekir. Destên min careke din neçûn telefona min a bin balgîfê. Xewên min bêrîya xewnan kiribûn, di xew re çûm.

Dîsa ax xewnên berê! Xewnên min bi zimanê qralîyetê bûn. Neha ji qralîyetê dûr im.

Piştî ji şixul derketim, bi kincên qirêj yên şixul bi meş û nêrîneke kurdî hêdê hêdî di xewna xwe ya kurdî de ber bi malika xwe ya kurdî ve dimeşiyam. Xanimeke bi kincên birqok bi teksîya xwe ya audî hat, ji ber koronayê çend gavan ji min wêde sekinî.

Mudura şîrketa ez lê dişixulim, Eyşegul bû. Cama derî ya hêla rastê daxist û wek ku bixwaze tiştekê bibêje serê xwe zivirand aliyê min ve. Li bendê ma, ji bo ez jê re bibêjim, “buyur Eyşegul xanim!”

Min wek ku bibêjim li te guhdar im serî jê re hejand. Bi zimanê xwe yê ji qralîyeta xewnên min dûr pirsekê li ser qralîyetê kir.

Xewn jî tişteke wisa ye, piştî mirov ji xew şîyar dibe hemû xewn nayên bîra mirov. Tenê tê bîra min mudurê ez bi pirsa xwe hêrs kirim û zimanê dawîya xewna min a dawî guhert. Min serê xwe nêzikî cama erebeya mudurê kir û wek parlementerekî li parlemena Tirkiyê li hember pêşnîyareke muxalefetê biaxive axivîm. Ji axaftinên min tenê du hevokên dawiyê tên bîra min. Ez ê her du hevokên dawîyê wergerînim zimanê qralîyetê.

“… Çerxa vê sîstemê jî wek çerxa felekê bi awayeke şaş digere! Lewre çerx bi destê kesên şaş hatiye avakirin û di destê kesên şaş û fikrên şaş de ye!”

Piştî vê zirgotinê min xatir ji xewnê xwest û ez ji xew şiyar bûm. Li kesên şaş, li cihên şaş û xewnên şaş fikirîm…