Talîş kî ne ?

Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...

Ugur Dursun Adsız

Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê wek Lenkeran, Astara, Masalli û Lerîkê de li taya Bakurê Îranê de jî, ji eyaletên wek Gîlan û Erdebîlê jiyane xwe berdewam dikin. Texmîna nifûsê wan ji 300 hezarê heya 1 mîyonîk e. Gelê taliş xwe wek neviyên Kardûsiyan dibînin. Ev gel li başûrê rojavayê zeryaya Qezwînê dijiyan, herêma wan digihişt heta Erdebîl û Zengan e. Divê navê Deryaya Kaspiyan jî ji vî gelî hatibe.

Li vê herêma çiyayî ya li ser sînorê Îranê bi sedan salane vî gelî dijî. Zimanê vê herêmê talîşî ye ku ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanekî dike rastî xetereyê bê tê nîşandayîn. Ji ber tunebûna derfetên debarê gelek ciwan terka heremê dikin û ev jî dike ku ziman û çanda talîş bi lez ji holê rabe.

Talîşên ku li taya Azerbaycanê dimînin bi gelemperî Şîa û Caferî ne. Yên ku li taya İranê de dimînin jî, piraniyan wan şîa ne lê belê sunî ji hene. Rêjeya şîa digîhîşî %65ê, yê suniyan jî digîhîşî %35ê. Talîşên ku li tayê Azerbaycanê de mayîne hemberî polîtîkayên Turanî berxwe didin ditekoşînin û polîtîkayên Turanî qebûl nakin û hinek ji wan xwe wek birayê kurdên Zaza dibînin. Her çiqasî gela talîş di nav kurdan de naye pir zanîn jî ew gel, gelekî qedîm, xwedî ziman, çand û dîrok e. Li Îranê bajarê bi navê Taliş heye û ew bajar giredayiya eyaleta Gîlan e û peytaxta vê Haştpar e. Talîş jî wek kurdan têkiliyên xwe bi eşîrên ve hîn jî xurtin. Zimanê talîşî girêdayê malbata zimanê îranî ye û sê zaravayên talîşî hene. Yek ji wan zaravayê bakur ku piranî li Azerbaycanê tê axaftin û ên din zaravayê navendî û a başûr e ku li Îranê tên axaftin.

Qozarxanî, Iştehardî, Alvîrî û Vîdarî, Xuruş Rüstemî, Razacerdî, Rudbarî, Şahrudî, Tarimî, Takîstanî, Kerenganî, Kacalî wek eşîren serekê ne. Hinek wan qebîlan li derdora herêmê Xalxalê dijîn û tê gotin ku niştecîhên herêmê Xelxalê ixtimalê ku kurd bûn.

Ji nav wan eşîrên de Xuruşiyan, Li Erdebîlê herêmê Xalxalê gunda Xuruş Rüstemê de, eşîra Şahrudî li Erdebîlê herêmê Xalxale gundên Şal û Lardê, eşîra Takîstanî li Erdebîlê herêmê Xalxalê, eşîra Kacalî gunda Kacalê de niştecîh bûne.

DÎROKA TALÎŞAN

Tê gotin ku xelkê talîş dewamiya Kardusiyan in.

Di serdema navîn de Talîşîstan ket bin deste Selçûqiyan de, tevdî ku bindest bûn gelê talişî di sedsala 17’de dewlet (Xanat) ava kirin. Piştî peymana Gulîstanê, Talişistan di navbera Rûsya û Îran hate parçekirin. Di şoreşa bolşevîk de xelkê Talişistana bakûr demekî zor derbas kir, endamên KGB’ê dixwestin wan asîmile bikin û gelek talişî dişandin Sibîryayê. Di sala 1993’an di navbera mehên pûşber- tebaxê de hebûna xwe berdewamkir. de gelê talişî serhildanek çêkirin û dewleteke bi navê komara Taliş-Mûxan rakirin, Komara Xweser a Talîş-Mughan hat damezrandin Serheng Alîkram Xummatov hevalê xwe Huseynov ve li Lenkeranê xweseriya xwe îlan kirin lê belê tenê sê mehe xweser ma.

Piştî ku Xeyder Eliyev bû seroka Azerbaycanê vê Komara Xweser a Talîş-Mughan hilşand.Komara Xweser a Talîş-Mughan sala 1993ê Hêzên Azerbaycanê ji bo hilweşandina vê serhildanê ketin nava tevgerê û du meh şûn de vê komarê hat hilweşandin û Talişistan dîsa ma wek parçeyek Azerbaycanê Komara Xweser a Talîş-Mughan ji 7 bajaran(Lenkeran, Rayonê Lenkeran, Lerîk, Astara, îMasallî, Yardimli Bîlesuvar). pêk hatîbû û peytexta Komarê Lenkeren bû.

NİFÛSA TALÎŞAN

Her çiqasî di erdnîgariya me de talîşan nayên pir zanîn jî, gelê talîş netewek qedîm û nifûsa wan jî, ji 300 hezar heya 1 milyon tê îddê kirin.

*Li gora serjimêra sala 1926an li Azerbaycanê nifûsa talîşan 77.323, li temamiya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîstê jî 80.600 kes in.

*Gora serjimêrîya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (YKSS) di sala 1939ê de nifûsa talîşan li gîştiya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst de digîhişî 88026 e. (Li Azerbaycanê 87510) yên ku talîşî diaxifin jî 95.825 kes in.

* Nifûsa talîşan salên 1959, 1970, 1979 nehatine wek talîş jimarkirin û wana wek Azerî hatine serjimarkirin

*Gora serjimêrîya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (YKSS) di sala 1989ê de nifûsa talîşan li gîştiya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst de digîhişî 21602 e. ( Li Azerbaycanê 21.169)

*Serjimêriya sala 1999ê li komara Azerbaycanê nifûsa talîşan 76.841 kes e.

* Serjimêriya sala 2009 li Komara Azerbaycanê nifûsa talîşan 112.000 kes hatiye hejmarkirin.

Li lenkaranê 54.125

Li astarhanê 38.207

Li masallı 15.675

Li lerikê 2281

Bajarên din 1712

*Li Îranê nifûsa talîşan ji 140.000 heya 500 tê hejmarkirin. Bajarên Gîlan, Erdebîl, Zencanê niştecîhin. Eyeleta îranê bajara bi navê “Talîş” nifûsa bajar 180.000ê û piraniya vê bajar gelen talîşî û tat in. Hinek jî Azerî û Gilekî hene.

*Li Rûsye 2529

*Li Ukraynê 133

*Li Kazxistanê 112 kes in

Em dibînîn ku gora îstatîkên fermî li Azerbaycanê 112 hezar li Îranê 140 hezar li welatên din 4-5 hezar û nifûsa gîştî 270 hezar e. Lê belê gora îstatîkên ne fermî Li Azerbaycanê 500-600 hezar û Îranê jî 400-500 hezar talîşî dijî.

ZİMANÊ TALÎŞÎ

Zimanekî ji şaxa zimanên Îranî yê Bakûr-Rojavayê malbata zimanên Hind û Ewropî ye. Piraniya gelê li Talîşîstanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê sereke yê piraniya talîşan ev ziman e. Cihe Zimanê talişî gora şaxên zimanên dinyaye ev e:

“Zimanên Hind û Ewropî Zimanên Hind û Îranî Zimanên Îranî Zimanên Îranî yên Rojava Zimanên Îranî yên Bakur-Rojava Talîşî.”

Zimanên Îranî yên Bakur- Rojava de azeriya kevn, belucî, darî zerdûştî, gîlanî, goranî, kurdî, Soranî, kurmanci, kelhurî, lekî, mazderanî, talîşî, deylemî, tatî, zazakî

Îsal li ser zimanê tal3işî bi navê “Talış dilinin hazırku durumu ile bağlı Azerbaycan Talışlarının İçtimai şurasının mövqe senedi” xebatek mezin derçû.

Di vê xebatê de hat gotin ku zimanê talîşî varîse Midiya û Atropetena ne û zimanê talîşî de bi her cureyên zanîstî de xebat kirin mumkîn e û nîşana dewlemendiya zimanê talîşî ye.

Di zimanê talîşî salên 1929-1934’an de li bajarê Lenkeranê bi navê “Sie Tolış- Talîşê Sor”çap bû û wan salan de bi saya xebatkarên zimanê talîşî wek Muzeffer Nesirli û Zülfüqar Ehmedzade bi sedan pirtûkên rusî vegarandin talîşî û pirtûkên dersen talîşî hat çapkirin. Ji 29 herfan de muteşekkul elfabeya talîşî hat demazrandin.

REWŞA ZİMANÊ TALÎŞÎ

Di salên 1992an de perwerdeyî ya zimanê talîşî destpêkir û vê demê polen 1-4an de ji heftekî 2 seetan mecbûrî bû lê demek şunda ev hat guhartin û bû ji hefteyek tene 1 seet û mecbûriyet ji xole hat rakirin êdî bû tene bi “dilxwezî”.

Bajarên li Astara, Lerîk, Lenkeran û Masalli de li 347 dibistan heye û gora malumata sala 2009an li Azerbaycanê 248 mekteban da dersê talîşî te dayîn. Lê vê seetkî de jî bi gelemperî dersên din tê dayin.

Lê mixabin yên ku dersen zimanê talîşî didin li vê zimanê de qet perwerdayî nedîtîne ji berk u li zanîgehan da beşa zimanê talîşî tine ye.

Hinek nivîskarên navdar (V.V. Bartold, V.F. Minorski, B.V. Miller, C. Fagih, M. Mashkur, A. Karang, A. Kavyanpur, A. Dehgani, M. Murtazavi, Z. Safa) zimanê talîşî wek perçeyek windaye zimanê azerî ya qedîm dibînîn. Gora dîrokvanê Îranê Ahmed Kesrevî zimanê talîşan esle xwe zimanê Azerî ya kevnar e. Gora Kesrevî azerî bere zimanek di nava koma zimanên îranî bû lê belê şunda bandora zimanê tirkî de ma û guherî.

Di talişî de du zaravayên serekî hene, ya bakur li Azerbaycan û Îranê tê axaftin, ya başûr li Îranê tê axaftin. Lê zimanê wêjeyê hîn jî azerî û farisî ne. Di wêjeye de dema davî de hinek xebat ten çekirin.

Zimanê talîşî zimanekê Awesteyiyê û de tîpa “v” wek Zimanê qedîma Aweste de jî “v” bûye, le bele ev tîp farsiya nûjen û Kurdî de veguheriye û bûye tîpa “b”.

Zimanê Aweste Talîşî Kurmancî

Vata Vo Ba

Vahyar Ve Pir

Vara Voş Baran

Vahista Veşt Behîşt

Vafra Va Berf

Vereşe Vişe Daristan

Vaena Vinî Poz

Zimanê talîşî nêzî zimanê kurdî ye û tê gotin kû ev ziman dialekekî kurdî ye û zazakî re pir nêz e. Çend mînaka di navbera dialekên zazakî, kurmancî, talîşî û tatî

Zazakî Kurmancî Tatî Talîşî

Veyve Bûk Veyb Vayu/vei

Pising Pisîk peču pešu

Keyne Keç Kina Kilik

Roz Roj Roz Ruz

Werden Xwarin Hardē Hardan

Hak hêk Mergona xâ/ mergowna

Çım çav čēm čašm

Werd Xwarin Xerâk Xuruk

Key Xanî Ka Ka

Zıwan Ziman Zavon Zuân

Şew Şev šav šav

Berz Bilind Berj Berenj

Vatene Gotin vâtē vâtan

Waye Xwîşk Xâ Xâv

Aw Av Âv Âv/Ov

Di Zimanê Talîşî de Nivîsandina Hejmêran

Talîşî Kurmanci Zazakî

i- yek yew

(2)dı du(dudu) di

(3)se sê(sise) hîre
(4)ço çar çar
(5)penc pênc panc
(6)şəş şeş şeş
(7)haft haft hewt
(8)həşt heşt heşt
(9)nəv neh new
(10)da deh des
(11)yonzə yaxud davı i yazdeh /devyek yewendes/desyew
(12)donzə yaxud davı dı diwazdeh/ devdudu diwês/desddi
(13)senzə yaxud davı se sezdeh /devsisê hîrês/deshîrê
(14)çordə yaxud davı ço çardeh /devçar çares/desçar
(15)ponzə yaxud davı penc bazdeh /devpênc pancês/despanc
(16)şonzə yaxud davı şəş şazdeh /devşeş şîyês/desşeş
(17)havdə yaxud davı haft hevdeh /devheft hewtês/deshewt
(18)həjdə yaxud davı həşt hejdeh /devheşt heştês/desheşt
(19)nonzə yaxud davı nəv nozdeh /devnehê newês/desnew
(20)vist bîst vîst
(30)si sî hîris
(40)çıl çil çawres
(50)penco pêncî pancas
(60)şest şest şeştî
(70)hafto heftê hewtay
(80)həşto heştê heştay
(90)nəve nod neway
(100)sa sed se
(500)penc sa pênc sed pancsey
1000_ həzo hezar hezar
5000_penc həzo pênc hezar panc hezar

Helê ziman de tekîliyek xurt di navbera dialegên talîşî,tatî û zazakî de heye. Helbet ez ne zimannas im lê belê tê xuyakirin ku axaftinen wan dialegan de peyvên şerîk pir in û heger mirovekî zazakî bizanî di demek kurt de talîşî dê fehm bike.

Rewşa Talîşan li Azerbaycanê û Îranê

Di salên dawî de gelê talîş di bin polîtiqaya asîmîlasyona turanîyan de maye û her ku diçe ew politika bin tundî dibe û pir kesên peşêng tên binçavkirin an jiyane xwe girtîgehan de dewam dikin Hîlal Memmedov yek ji wan e û ew salên direj wek redaktorê “ Tolişi Seda-Dengê Talîşan-” xebitiya û bû denga talîşan lê bele devleta kûr a Azerbaycanê narkotîke kirin berîkê wê û bi wê 5 sal avetin girtîgehe. Disa netewpareste mezin a talîşan berdevkê Komara Xweser a Talîş-Mughan Faxreddin Abbasov’e rojên nêzik de bi sûcê cudaxwaziyê ji bo 16 salan avitin girtîgehê. Her çiqasî li Îranê de Talîşan gora Azerbaycanê rehetin jî polîtiqayên mollavî qebûl nakin û ew jî wek talîşên Azerbaycanê azadiya gelên xwe dixwazin.

Weşanên Talîşî

Mixabin ne li Azerbaycanê ne jî li îranê di zimanê talîşî de ji ber ku perwerdayî tine ye weşanên talîşî jî ne astakî başê de ye. Disa jî hinek waşanên talîşî jî hene lê bele piraniya wan berdewamî nîn e.

Yekemin weşana talîşî di sala 1930’an de bi navê “ Sie Toliş- Talîşa sor” derdikevî

Yek ji wan rojnameya “Talişi Seda” ye û demek direj li Azerbaycanê weşanê xwe dewam kiriye lê bele ew 7-8 sal in bê îmkaniya aborî çap nabe.

Rojnameyan “Ambur”, “Dodo”, “Alem” bi aboriya xwediyên rojnameyan ve weşanên xwe dewam dikin lê bele dema çapê ne periyodik in.

Rojanameyan “ Şevnışt”, “Toliş” û çend rojnameyên din ji salên 2000’i ye de heya niha weşanên xwe berdewam dikin.

Kovara bi navê “Mahnameyî Taliş ” li Îranê derdikeve û hîn jî xebatên xwe berdewam dike.

Baweriya Talîşan

Piraniya xelkê talîş misilmanin û hejmarek mezin ji wan şîa-caferî ne yên sunî bi gelemperî welatê Îranê dijîn. Gelê talîş wek elewiyên xwedî “ziyaretgah”

Çend Ziyaretgehan a Talîşan

*Seyîd Ehmedî Pîr

*Ziyareta Pîn Xencar”

* Pîra Sê Qebra

*Tirba ya Şêx Zahîdî

*Ocaxa Xelîfe

*Tırba ya Babagîl

* Tirba Bava Seyidaxa

Kesayetên Mezin a Talîşan

Di salên dawî de gelê talîş bin polîtiqaya asîmîlasyona turanîyan de maye û her ku diçe ew politika bin tundî dibe û pir kesên peşang tên binçavkirin an jiyane xwe girtîgehan de dewam dikin Hîlal Memmedov yek ji wan e û ew salên direj wek redaktöre “ Tolişi Seda-Dengê Talîşan-” xebitiya û bû denga talîşan lê bele devleta kûr a Azerbaycanê narkotîke kirin berîkê wê û bi wê 5 sal avetin girtîgehe. Disa netewpareste mezin a talîşan berdevkê Komara Xweser a Talîş-Mughan Faxreddin Abbasov’e rojên nêzik de bi sûcê cudaxwaziyê ji bo 16 salan avitin girtîgehê. Di dadgehe de peyva paşîn a Abbasov ev bû: “ Dê sedan talîş ji dayik bibin ji her dilopê ku rijîye ser erdê xwîna min de”

Peyama Kurd

Categories
ArşîvMêvan
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

    M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
  • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

    Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
  • Dîko Amerîka tevlihev kir

    Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
  • Nivîseke şolî

    Binivîsînin! Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin. Li dij vê tevgerê derdiketim, lê...
  • Kurd û xwedê

    Doh… Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn; heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her...
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!…

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...
  • Li ser pîyan…

    Qasî bîst metreyan ji min wêdetir, li ber şibakeya pencereyê, li ser kursîyeke li ber maseya xwarinê rûniştibû, bi zimanekî biyanî bi telefonê bi kesekî din re diaxivî jina...