fotograf

Doh doh bû, îroj îroj e… Piştî 20 salan îroj, min li fîlmê Fotograf ê Kazim Oz nerî; çendî hindik be jî, keda min jî tê de heye. Feyyaz...


Doh doh bû, îroj îroj e…
Piştî 20 salan îroj, min li fîlmê Fotograf ê Kazim Oz nerî; çendî hindik be jî, keda min jî tê de heye.
Feyyaz Dûman û Nazmî Kirik serlîstikvanên fîlm bûn.
Û ez jî di nav ekîba fîguranan de bûm; ew kesên di destpêka fîlm de rêwîyên otobozê ji Esenlera Stenbolê bi rê dikin.
Wî zemanî, ekîba fîlm ji derhêner bigire heta lîstikvanan, ji kûrgû û montajê bigire heta produksîyonê hemû ekîb xebatkarên NÇMê, anku xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê bûn.
Ji çav û guh û firnikên wan sloganên îdeolojîk difûrîya…

stalîn digot sîleh û sîleh
ne bi sîlehê be dijmin nayê rê
stalîn digot sîleh û sîleh
ne bi sîlehê be dijmin nayê rê

Lê ez?
Na, ez ne ji wan bûm; wek îroj, wî zemanî jî ne girêdayî derekê bûm. Di nav jîyaneke lumpen de, karê min kêf û ger û tolazî bû, lê min çi dikir, bi kurdî dikir.
Carina bi hin hevalan re tenê ji bo em li kafeya NÇMê rûnin û civatekê bigerînin, em dadigerîyan avahîya NÇMê.
Wê çaxê jî tenê maseyekê têra me nedikir; me du mase bi hev ve dizeliqandin û himehim û qarewar û dengê kenê me li kafeyê olan dida. (Civatên me ne sîyasî, ne jî îdeolojîk bûn, bi kurdî bûn, loma jî li ber dengê kenê me hevalan bi mirûzên tirş û bi awirên hişk û tahl di ber xwe de slogan diavêtin)
Erê, wî zemanî ne politîk bûm, lê kurd û kurdî bûm û wek îroj, wî zemanî jî dihatim hezkirin; têra xwe…
Bi xêra me gelek „heval“ên îroj di nav huner û edebîyata kurdî de ne, kurdîya xwe xurt kirin. (Bila di navbera me de be; dengê me nere wan)
Heger hûn bawer nakin jî, herin guhên xwe bidin dîwarên wê avahîya îroj di şûna wê de maxazaya Mavî Jeansê heye, ew dîwar ê ji we re qala wê çîrokê bikin, bê wî zemanî kî berx bû, kî beran bû!
Carina wexta ez diketim hundirê kafeya NÇMê, pirê hevalên îdeolojîk şoreşger di bin çavan re li min dinerîn, mîna cinê çav li hesin bikeve.
Êê, wî zemanî şert û merc û qeîdeyên şoreşgerîyê giran bûn; pêwîst bû bêhna sinifa proleterîyayê ji te bifûrîya; yan ne te pê girtibû!
Heger pişta te ne xurt û tu bi xwe ne bawer bûyayî.

Xwebawerîya min a îroj ji wî zemanî tê…
Cil û berg, gore û sol, por û simbêl, rabûn û rûniştin…
û ya herî girîng jî, nedibû meriv evînê bi haweyekî eşkereyî bijî.
Lê ez?
Min berê jî gotibû, ez ne ji wan bûm û min hesabê kesî jî nedikir.
Porê min dirêj, ji dêvla şelwer û pantor, kaprî li min, ji dêvla sola mekap û esemê, tirag-sandalet di nigên min de û destê hevala min di destê min de…

keçikê gundê me buha ne werin sêva
werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva
keçikê gundê me buha ne werin sêva
werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva

Erê zemano!
Piştî bi salan, Feyyaz Dûman û Nazmî Kirik li ser pişta kurdên proleterya yên wî zemanî îroj di rêzefîlmên tirkan de rebê reytîngan dileqînin û kêfa belek dikin.
Herweha ev her du ciwamêrên leheng, bi perfermans û enerjîya xwe xizmetê ji televîzyon û sînemaya tirkî re dikin.
Û ez kurdê lumpen, hîn jî çi dikim, tenê bi kurdî dikim.
Doh ez di fîlmê wan de fîguran bûm, îroj ew di çîrokên min de fîguran in.
Mesele tercîh e, lê sekn û helwest û kesayet jî girîng e.
Her kes zane pere çawa tê qezenckirin, lê wexta meriv tercîhek kir jî, divê sekn û helwesteke meriv hebe.
Nabe meriv him xwe ji dêrê neke, him jî ji mizgeftê; yan tu yê li dêrê bi keşe re şerabê vexwî, yan jî tu yê li paş qûna melê nimêj bikî.
Him bi keşe re vexwarina şerebê, him bi mele re kirina nimêjê, ne xweşbînî û enternasyonalî ye;
li cem me jê vê rewşê re dibêjin, „Duqûnî-Dunigî“
Hûn derhêner Kazim Oz meraq dikin?
Wek her du „heval“ên din ew jî bi sekneke lîberal ketîye pey xewn û xeyalên xwe yên tirkmancîst ku bêhna entegrasyonê jê difûre û bajar bajar, welat welat, festîval festîval digere.

Çend gotin li ser fîlmê „Fotograf“
Ji mijarekê ez derbasî mijarekê bûm, min çend gotin li ser fîlmê Fotograf nekir.
Derhêner xwestîye fotografê dagirkerîyê bigire; di hin sahneyan de girtîye jî, lê çîrok û senaryo pir qels e; herweha performansa lîstikvanan jî…
Piştî vî fîlmî bi salan, Mahsûn Kirmizigul jî ji Kazim Oz sûd û îlham stend û fîlmê Guneşî Gordum-Min Roj Dît çêkir.

Gotina Dawî
Hunera di çarçoveya îdeolojîyan de çêdibe, mîna tabloyeke ne orjînal-sexte ya li dîwêr daliqandî ye.

Categories
ArşîvDevliken KelogirîNivîskar
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

    M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
  • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

    Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
  • Dîko Amerîka tevlihev kir

    Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
  • Nivîseke şolî

    Binivîsînin! Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin. Li dij vê tevgerê derdiketim, lê...
  • Kurd û xwedê

    Doh… Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn; heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her...
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!…

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...
  • Li ser pîyan…

    Qasî bîst metreyan ji min wêdetir, li ber şibakeya pencereyê, li ser kursîyeke li ber maseya xwarinê rûniştibû, bi zimanekî biyanî bi telefonê bi kesekî din re diaxivî jina...