• Mo. Dez 6th, 2021

Serê salê, qûna salê…

VonLotikxane

Jan 8, 2021


Îro yekem roja sala nû bû. Saetek maye, ev roj jî ji kîs min biçe. Min got berî yekê mehê bibe diduyê mehê ez nivîsekê ji bloga xwe re binivîsinim. Ji xwe êdî wek rojên ewilî her roj, an jî her şev nanivîsinim. Bila nivîseke blogê di yekê meha ewil a salê de hebe.

Ser û binê salê ji bo min ne girîng e. Bûhayê her roja salê ji bo min weke hev e. Tişta roja me dike roj, awayê jiyana di nava şev û rojê de ye. Jiyan kulmek av e, car şilû carna jî zelal e. Car tal e, carnan jî şîrîn e.

Dema zarok bûm, min dixwest berî rojekê simbêlên min derkevin. Ez mezin bibim, bibim zilam. Niha jî her ku rojek derbas dibe, dilê xwe dibijînim rojên berê. Mirov tiştekî ecêb e, tu carî bi rewşa heyî qayîl nabe. Her çend em her sal ji sala bê hêvî û daxwazan bikin jî, bawerîya me bi rojên bê nemaye. Lewre dilê me her li pey rojên borî ye.

Ji bo min giringiya sersalê tenê ew bernameyên di şevên sersalan de li ser ekranên televîzyonan derdiketin bû. Lê niha ew jî nemaye. Ji xwe êdî bi xêra înternetê kengî dilê meriv xwest meriv dikare wê demê li bernameyên televîzyonê temaşe bike. Yanî ne hewceye heta derengîya şevê li ber televîzyonê bim. Dikarim roja kêfa min xwest ez li ser YouTubê lê binêrim.

Rojeke serxwebûnê ya welatê min tune ye ez pîroz bikim. Dilê min ji nebûna rojên pîroz li rojên ji rêzê sar e.

Min got roja rojê dike roj û di bîra mirov de dihêle cûdahîya wê rojê ji rojên din e. Şûşeyek şerab, yek votka, du şûşe bîra. Li holika xwe ya li gund li benda hevalê xwe me. Ew ê were, em ê sersalê bi vexwarina eraqê pîroz bikin. Li derve berf dibare, dinya sar e. Agirê di sobeyê de hewayê hundirê odeya teng gerim kiriye. Roja dawîya salê ye. Sala hejmara wê 2012, dike çend saetên din hejmareke din li xwe zêde bike bibe 2013.

Û eraq, vexwarina eraqê li gundekî wek gundê me ne karê baqilan e. Yê eraqê vexwe çil rojan bê îman e. Yê di sersalê de vexwe kafir ji dola kafiran e, bavê wî dikare sond bixwe ev kur-keç ji dola Şeytan e.

Lê ez! Ez ê her tişa civakê li xwe heram kiriye helal bikim. Xwedayê ku dê ji bo min li bihûştê çemên şerabê biherikîne bila îşev çavên xwe li min bigire, ez ê vexwim. Min du qedeh votka vexwarin hêj jî ew hevalê dê bi min re vexwara nehatiye. Ma mêrik ji bîr kiriye em ê roja sersalê vexwin? Li gund ji xeynî odeya teng a holika min, li dereke din meyxane nîn e.

Tişt nabe, ez ê votkayê biqedînim, hin şûşeyek şerab û du şûşe bîrayên me jî hene…

Cejn û aheng û şahî ye, ev kanala ASOsatê hêj jî stran û sirûdên şoreşa têkçûyî ya rojhilatê Kurdistanê diweşîne. Nalet li Mele Bariş were, banga erebî ya eşayê bi qirika tirkî xwend, hêj jî ew heval nehatiye.

Min şerab jî qedand. Ka ez bîrayekê jî vexwim. Tişt nabe, ez ê şûşeyek bîra jê re bihêlim, dema hat ew ê vexwe. Ev mîrata eraqê min serxweş nake. Ka ez ASOsatê biguherînim, li ser Kurd1ê fîlma Tîtanîkê dike dest pê bike.

Berf barîye ser sênîya satalîtê! Ma ez ê berfê ji ser sênîyê paqij nekim? Ji salan, mehan fîlmek weha li ser televîzyoneke Kurdî dest pê kiriye, ma ez ê xwe jê mehrûm bikim?

Ez derketim ser banî, min berfa ser sênîkê paqij kir. Dema hatim fîlm qediyaye, nivîsên dawîya fîlmê ji ser ekrana televîzyonê bi jor ve diçin.

Bi serxweşîya xwe nehesîyame. Ji du saetan zêdetir e, berfa ser sênîyê paqij dikim, ji min we ye hêj jî serxweş nebûme.

De madem fîlm jî qedîya, li ser Kanal 4 konsera Shakîrayê heye. Ji xwe Metîno jî ew ê neyê. Destên wî ji bernameyên televîzyonên tirkan nabe. Ka ez vê bîrayê jî vexwim. Helal be ji te re Sahakîra! Waqa waqa hê, hê…