• Mo. Nov 29th, 2021

Heger da der…

VonLotikxane

Jan 25, 2021


Heger te li cem meleyekî niviştekê dabe çêkirin û tu mereq dikî ka mele çi li ser kaxiza niviştê nivîsîye, divê tu wê niviştê bibî cem meleyekî din ji bo ji te re bixwîne ka mele çi li ser kaxiz nivîsîye. Ji xeynî meleyekî kes nizane nivişta meleyekî din bixwîne.

Piştî tu bi zikêşê ketî û virikî bûyî, çûyî cem doktor û doktor ji bo virikê reçeteyeke dermanan ji te re nivîsî, heta tu wê reçeteyê nebî cem dermanfiroşekî tu nizanî ka doktor çi derman ji bo virika te ji te re nivîsîye. Ji xeynî doktor û dermanfiroşan kes nizane nivîsên doktorekî bixwîne.

Heger tu Kurd bî û bi awayekî xwezayî derdê xwe bi Kurdî binivîsînî, tu nivîskar î û ji xeynî nivîskarekî din kes nizane nivîsên te bixwîne. Kî bi kurdî bizane bixwîne, nivîskar e. Nivîskar nezane binivîsîne jî dibe, bikare nivîsên xwe bixwîne bes e.

Yê ji xwendinê hez nake divê nenivîsîne jî. Pênc şeş sal in ez li ser fêysbûkê çend kalemêr nas dikim, berî pênc salan çawa dinivîsîn hîn jî wisa dinivîsînin. Mêrik pênc sal berê dikim wek „di kim“ dinivîsî, îro jî wisa dinivîse. Pênc sal berê sazkirina klavyeya Kurdî li ser telefonan zehmet bû. Me carnan ji bo herfekê klavîye ji farisî dikir fransî. Îro telefon bi klavyeya Kurdî ji fabrîqeyê derdikeve, mêrik hîn jî bi herfên tirkî dinivîsîne û rehme li Kurdî tîne.

Kî bizane li tembûrê bide dibe stranbêj. Mîkrofon digre û bernade.
„Çawic wicwic Leyla,
Botan merdan Leyla,
Xanim mala Leyla,
Lê lê lê lê…“
-Xalo tu çi dibêjî?
-Ez bi soranî dibêjim xalo heyranê!
-De bajooooo! Digotin zimanê muzîkê tune ye, min bawer nedikir. Va ye bê ziman jî muzîk mûyê zik e.

Di nav Kurdan de hesûdî pir e. Mêrik dibêje çima Şivan Perwer dibêje, çima ez nebibêjim.

Herkes dikare pêkenokên Meleyê Meşûr binivîsîne, lê her kes nikare Meleyê Meşûr berpaşkî li kerê siwar bike.
Rojekê Meleyê Meşûr bi kevçîyan mast dike golê, cîranê wî jê dipirse dibêje, „Seyda tu çi dikî?“
Mele dibêje, „ez golê dimeyînim.“
Cîranê wî dibêje, „Seyda Xwedê ji te razî ma gol dimeye?“
Mele dibêje, „De ez dimeyînim, an dê bibe mast, an bibe dew, an jî bibe avdewk. Ku nebû yek ji wan jî parîyek tama mast jî ji ava golê were xêra Xwedê ye.“
Hûn bibêjin ev çîrok ne wisa bû, ez ê bibêjim ez wek te binivîsînim çi ferqa min û we heye? Hûn bibêjîn çîrok rast e lê Mele wisa negotiye, ez ê bibêjim ji xwe xelk bêbextîyan li Mele dike, ne Mele gol meyandîye, ne jî gol dimeye.

Xuşka min berî mêr bike bibe bûka qorûcîyekî, li ser kaniya gund qêr dikir stranan digot, „xwelî li serê qorûcîyan çavên wan çi birçî ye, ji bo çend qurîşên pere wan tevan bi xwe de rîye.“ Piştî qorocîyan ew xwestin, got lawik ne qorûcî ye, bavê wî qorûcî ye. Ez ê lawik bikim, av di ser de nakim.

Lawê qorûcîyê li ser fêysbûkê hevalê min bû, ji ber tim strana taş qoymîşim tirkîyanin yoline parve dikir min derîyê feysbûka xwe lê asê kir, nehêşt di kulekê re li hundir binêre. Ê mir, min nîya gorê!

Ji ber ez vê hevoka „di tirba wî nim“ zêde bi kar tînim, jina min dibêje dema tu mirî ez ê ji xelkê re bibêjim li şûna hûn fatheyan jê re dixwînin bibêjin ez di tirba wî nim. Piştî ez mirim ji xwe ne xema min e hûn di kêla tirba min nin. Ez mirime, cehnema dinyayê kiriye.

Kurê apê min ev heft sal in telefonî min nekiriye. (Berî heft salan telefoneke min tune bû) Çend roj berê telefonî min kir got, „helawê hejîya ka em bi xêra te li ser navê te ji min re ji bankayê kredîyê kêşmîşkeyn. Deynê min heye, piştî min deynê xwe da ez ê deynê te bidim.“ Min got ka tu bi xêra xwe carekê…

Ka min digot çi? Ha, hat bîra min! Min digot berjewendî… Ne ji bo berjewendiyê be, mirîyê mirov li ser fêysbûkê hebe kes nabêje Xwedê layka xwe lê bike.