Ez di dîn û dîyaneta Stenbolê nim. Û piçika mixê meriv hebe, meriv tenê deqeyekê jî li Stenbolê nasekine.

Qey hema xalê min Xwedê çeneke baran bi ser Stenbolê de dibeliqîne, trafîqa wê dibe kafirkeratî; tu yê sûnd bixwî kes di mal de nema ye, her kes rêwî ne û derketine rê, li ser rêyan in.

Weyla min di mejîyê xwe û we nîyhano!

Ma meriv li vî bajarî dijî!

Lê baş e metrobus heye gidî.

Na, heger ne ji metrobusê be, li ser rê ruh ê ji meriv here û bêhn ê têkeve berateya meriv.

Axir piştî seetekê min xwe gîhand metrobusê.

Nuha hûn di ber xwe de dibêjin “piştî seetekê nuh dike li metrobusê siwar bê; berê wî li ku ye, dike bi ku de here?”

Heyran, ka ji kerema xwe re ji Ataşehîrê heta Beylukduzîyê bihesibînin…

Heta meriv xwe ji Ataşehîrê digihîne Beylukduzuyê, bi teyarê meriv ê ji Setenbol here Mêrdînê û dîsa ji Mêrdîn vegere Stenbolê; heger trafîq tune be ha!

Lê heger trafîq hebe, min kir te, tu mayî li ser rê û rêyan, heta xalo Xwedê li te bê rehmê!

Şifêr jî berguhk di guh de, qebeqeba wî ye, dengê wî pêl bi pêl di hundirê metrobusê de li hev vedigere.

Tu yê sûnd bixwî ciwamêr telekonferansê dike. Kî lê guhdarî dike, kî lê guhdarî nake, hîç ne xema kîrê wî ye.

Metrobusa ca wî ye.

Bi jina xwe re li ser xwêya şorbê dipeyive.

Ji hevalê xwe re qala pêyasê dike; li ser meaşê xwe û zor û zahmetîyên jîyanê analîzên sosyolojîk dike.

Dû re bi wî re jî diqedîne, telefonî yekî din dike. Vê carê jî mijara wî dibe sîyaset û qala hilbijartinên Amerîkayê dike.

Çend xeber-dijûnan ji Joe Biden re dide û berê tivinga xwe bi Trump ve dike; qûna ca Trump jî dibe li ser darê disekinîne û li bin sîya wê darê dest bi fantezîyên xwe yên hiçwext nebûne qismetê wî dike; pesnê sîyaseta wî dide û wî û reîzê xwe dişibîne hev.

Li pêşîya min du jin rûniştine.

Yek li ser whatsapê bi du mêran re civatê digerîne û geh ji vî re, geh ji wî re xweş dike.

Di ber xwe de jî bi aqilê her duyan dikene.

Ê heyran ma mêr jî sê-çar jinan bi hev re îdare nakin?

Belê.

Ma ji mêran re adet, ji jinan re qebhet e?

Na.

Di ber xwe de min got “tu çavê kul derman dikî, berdewam bike.” û min guhê xwe yê rastê li jina li kêleka wê rûniştîye, miç û bel kir.

Jina li kêleka wê rûniştîye jî telefon li ber guhê wê, qala taloqanên xwe anku mala xezûranên keça xwe dike, ji hevaleke xwe re.

Mîna jineke îngiliz a arîstokrat xwe bilind, xezûranên keça xwe jî dike xwelî û ax.

Wehh!!!

Ez carekê li xwe hayil bûm min rawestgeha ez ê li peya bibim, derbas kirîye.

Xwe bi xwe min got, “Ez di xwe nim!” û ji metrobusa xwe peya bûm, derbasî hêla din bûm, li metrobusa bi alîyê din ve dihere siwar hatim.

Xwedê ez stirandim, tenê sê-çar kes di metrobusê de rûniştibûn û şifêr jî bi telefonê li ser rojeva mal û welêt û dinyayê nedipeyivî.

Yek di xew re çûbû…

Yekî serê xwe spartibû camê, li derve dinerî…

Berguhka yekê di guh de, li muzîkê guhdarî dikir…

Û yekî jî li ser telefonê li rêzefîlmekî tirkan dinerî…

Xwelîya heft gundan li serê te be! Li malê ne bes e, di rê de jî li rêzefîlman dinere…

Û ez!

Ka ez xwe jî piçekî qure bikim…

De dev jê berdin, jixwe ez têra xwe qure xuya dikim!..