Tu yeman bûyî yabo

VonLotikxane

Jan 25, 2021


Sal 1980 ye.
Eskerîyê darbe kirîye, agir bi erdê ketîye.
Şerê çepgir û rastgir û kurdgiran e.
Li kuçe û sikak û kolanan, mîna mişk û pisîkê, xort li kuştina hev digerin…
Bavê min ne çepgir e, ne rastgir e; ji ber dijminantîyê kurdekî mahkûm e û ji bo nekeve nav destê polîsan, şevekê li vir, şevekê li wir, bi vir de û wê de zîz dibe û digere…

Piştî şîvan bavê min devança xwe xist ber xwe û ji bo şevbuhêrkê rabû çû mala cîranê xwe.
Cîranê wî serma girtîye, di nav nivînan de paldayî ye.
Zivistan e.
Sobe vemirîye, agirê sobeyê di manqirê de, manqir nêzîkî nivînên wî ye.
Bavê min silavekê dide û dihere li kêleka cîranê xwe rûdine.
Jin û zarokên cîranê wî jî rûniştine.
Civat digere, çayê vedixwin, gwîz û bastêqê dixwin, cîran bi coşa civatê re bi ser xwe ve tê; mîna kîso stuyê xwe ji qêlik derdixe û dibe qebeqeba wî dest bi fortan dike.
Bavê min fêhm dike cîran ê xwe berde û xwe bilewitîne.
Hîn weha difikire, cîranê wî dibêje:
-Ha Cemîl!
Bavê min dibêje:
-Kerem bike, cîran…
-Hûn her pênc lawên Hecî Hisên, tivingên we li milên we û tivinga min jî ya çapilî li milê min, em li ku li hev rast bihatana?
-Li ku, cîran?
-Li Gîyarê Sergo!
-Êê!
-Ê ê! Bi her sê telaqên bêfitû min ê tivingên we her pênc birayan jî ji we bistenda!
Bi gotina dawî re xwîn dadiwerive mejîyê bavê min.
Hêdîka radihêje devançeya ber xwe, fîşekê diajo ber û xwe çend dike destê cîranê xwe, destê xwe li destê wî dipêçe û devê devançeyê dide ser pişta destê xwe.
Cîran mîna mirîşka serjêkirî di nav lepên bavê min de diperpite; ziman bi zorê digere:
-Tu! Tttuu! Tu dikî çi bikî?
-Ez ê bera destê xwe dim. Tu û siûda xwe! Heger gule di destê min de ma, jixwe ew ê bimîne; na, heger guleyê destê min perçe kir û tê re firîya, xwe gîhand destê te, tiştekî ez bikim tune ye.
Û dibe qarewara cîrên di nav lepên bavê min de:
-Haho! Ma tu dîn bûyî? Dinya xera bûye. Agir bi erdê ketîye! Bi dengê devançeyê re di nava nîv seetê de hundirê hewşê yê tije polîs bibe…
Bavê min devançeyê datîne ber xwe, lê destê cîranê xwe bernade û destê xwe teva destê cîranê xwe ber bi agirê manqirê ve dibe.
Bavê min çi qasî dest xwe û wî ber bi êgir ve radikişîne jî, ew xwe paş ve dikişîne û nahêle.
Destê xwe ji nav destê bavê min difilitîne û xwe paş ve diavêje.
Rûyê wî ji tirsa zer dixeniqe mîna pelên tûtina hişkbûyî.
Li pêş çavên jin û zarokên xwe dibe kulmeke xwelî, xwe dihetikîne.

Gotina Dawî
Temîya min li we, tu carî peyvên ji xwe mezintir nekin. Dû re ew peyv dibin gome û xwedîyê xwe di bin de dihêle.
Meseleya “qûna mirîşkê û hêka betê” ji bîr nekin!