Binivîsînin!
Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin.
Li dij vê tevgerê derdiketim,
lê na…
Êdî wek berê nafikirim.
Divê her kes binivîsîne; çi baş, çi xerab, hîç ne girîng e,
divê her kes binivîsîne!
Heta Şeytan li me tê rehmê û dewleteke me çêdibe, çi ji kê hat, bila texsîr neke, binivîsîne.
Jixwe asîmilasyonê bi xezebekê em dane ber xwe û me dihêre,
qet nebe berî em hemû di nav diranên wî aşê dirinde de bên hêrandin û xêr di me de nemîne, em binivîsînin;
em binivîsînin, da ku ew peyvên li ser kaxizan, li ser hişê komputeran tomar dibin, rojekê xwe li hişê nifşekî nuh biqewimînin.
Peyv û axavtin mîna sura bê ye, tê û dihere, lê nivîs bi ber sura bê nakeve; tomar dibe.
Çi ji kê hat, texsîr neke, binivîsîne.
Mixabin, pozê nifşê îroj naşewite, belkî sibê ji xêretê nifşek bizê
û ev zimanê bi rêya nivîsandinê tomar dibe, xwe li devê vî nifşî biqewimîne, ji vî nifşî re bibe zimanek û ji vî zimanî neteweke ava bibe; neteweke zimankurdî…
Jixwe rojekê bêjing ê li me nivîskaran bê xezebê; xerab ê bi bin kevin, çê yê jî li ser bimînin…
Tenê nivîs kare kurdî ji nav diranên wî aşê dirinde yî devbixwîn rizgar bike.
Binivîsînin!

Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!
Tirkên hîn nuh ji ser pişta ker û hesp û qantiran peya bûne, nêt xera kirine herin ser heyv û Marsê…
Û hîn tirimbêla ku wê pê herin ser heyv û Marsê îcat nekirine, nîqaşên li ser bidestxistina kolonîyan dest pê kir.
Li ser axa Marsê kî yê ku dagir bike; ku yê para kê bikeve?
Normal e!
Genên wan genî ne û tenê li ser kuştin, qirkirin, talankirin û dagirkirinê difikirin.

Berf, tenê li xwezayê tê;
mîna bûkeke serxêlî ya bi bûkanîya spî paktîyê sembolîze dike, berf jî xêlî û bûkanîya xwezayê ye.
Berf li bajaran nayê; di bin şopa nigên însên û tekerên tirimbêlan de, berf bajêr mîna zir sergoyekî nîşan dide…
Nahlet li romantîzma we ya ji bo min romatîzma ye, bê!

Û pere jî pere nake, heger ew pere yê ji bo kêf û ger û zewq û bextewarîya te nebe kole…

Û dîsa û
Pişkandin nîv orgazmek e, lê carina dema hindik dimîne meriv bipişke û ew pişkîn xwe bi paş ve dikişîne, şeytan bi meriv bikene, çêtir e.

Gotina Dawî
Di şerê Xwedê û Şeytên ê desthilatdarîyê de, roj bi roj Xwedê ber bi têkçûyînê ve dihere…