• Mo. Dez 6th, 2021

Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!…

VonLotikxane

Feb 20, 2021


Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê min li televîzyonê ye, lê televîzyon girtî ye. Ji xwe çend roj in min li televîzyonê temaşe nekiriye. Hin caran kêfa min were ez li ser Netflixê li fîlmekê dinêrim, weke din zêde karê min bi televîzyonê çênabe.

Telefona di nav lepên min de li min, ez jî li telefonê dinêrim. Ji xwe êdî tenê navê wê telefon e. Telefon e, rojname ye, kompîtur e, fanos e, saet e, kamera ye, gps e, pirtûk e, ji bo mêran jin, ji bo jinan mêr e, telefon êdî gelek tiştên din e.

Çend roj in hewa sar e. Pêncşema borî min karibû ez herim ber behrê avjeniyê bikim, lê vê pêncşemê ez ne li paş sobeyê bim serma dikare kanî ji pozê min biherikîne. Ez bi sobeya daran gerim dibim. Havînê darek ji vir yek ji wir didim ber hev, zivistanê qûnê li ber gerim dikim. Em Kurd bê agir sebra me nayê. Jina min hin caran dibêje em ji vê malê derkevin di maleke bi xazê gerim dibe de rûnin, lê ez dîktator im qebûl nakim.

Çend roj in li rojevê nanêrim. Serok çi gotiye, reîs çi gotiye, werîs çi gotiye ne xema min e. Li Garê kê kir kê, li garajê tekerê kê teqîya, ê Demeta Qalind hîn jî qalind e, an zirav e? Qet ne xema kîrê lawê min e jî. Tenê li ser fêysbûkê hin caran rastî hin meseleyên rojane têm, di ser re derbas dibim û nalet li rojev û xoşavê.

Ez ê ji bo çi serê xwe biêşînim? Hingî ser elimîye êşê, dermanên serêşê jî fêde nake. Baş e, şikir van rojan serê min naêşe. Niha rojev çi ye nizanim, lê qasî deh roj berî niha li mala kurdekî mêvan bûm, me li ser kanaleke tirkan li nûçeyan dinêrî. Wê demê rojev bûyereke dizîya bûkeke berfê bû. Yekî tirk ji hewşa mala cîranê xwe bûka wan a berfê dizîbû, hemû kanalên tirkan behsa wê dizîyê dikirin. Cîranê bûka wan hatiye dizîn gilîyê cîranê xwe yê bûka wan dizîye kiribû. Şahidê wan jî kameraya çavdêriyê ya li ber derê mala wan bû.

Kuro hey ehmeq! Tu yê çi bikî ji bûka berfê? Tu bikî nav nivînên xwe ew ê bi te ve bimîze. Tu bikî ber himbêza xwe, ji berfa zivistanê jî sartir e. Ew ehmeqê gilîyê cîranê xwe kiriye jî, dibêje qey bûk ji ber eşqa dilê xwe jê re dihele. Kurdê ehmeq jî li ber televîzyonên ehmeqan li nûçeyên ehmeqane yên ehmeqan dinêrin.

Îro pêncşem bû, berê ji êvara roja pêncşemê re digotin şeva înîyê. Çima wisa digotin nizanim. Dibe ji ber meleyê mizgeftê wê êvarê selaya înê dixwend ji ber wê be. Nizanim tirk êvara pêncşemê selayê dixwînin an na, ez rojê pênc caran dengê azana mele dibihîsim lê roja pêncşemê nabe şeş. Dibe selaya pêncşemê rakiribin jî, ez nizanim.

Îro li meydana Baxcilarê yekî di nav tûrikekê de du kitêb dirêjî min kir, tûrê kitêb kir nav lepê min got, “Qendîla te pîroz be” û çû. Salê çend qendîl hene û bi kêrî çi tên nizanim. Carnan li cihê ez lê dişixulim simîtan belav dikin. Dema rastî wan simîtên di qutîyên karton de têm, dizanim ew roj qendîl e, lê nizanim qendîla kê ye.

Min li kitêbên li nav tûrikê nêrî, yek li ser Eshabê Kerem bû, ya din jî kitêba nimêjê bû. Bi qasî sed rûpelî li ser nimêja di du deqîqeyan tê kirin nivîsandibûn. Te go qey ez ê erebeyê bajom ji bo bizanim li nav trafîkê çawa tevbigerim kitêba wê bixwînim. Kuro lawo ser û binê wê nimêj e. Destmêj bigre, dilê xwe ji nefsa xwe bişo, nîyet bîne, qamet bigre û Xwedê mezin e Allah biçûk. Berî devê tûrik vekim, min kitêb dan sîkretera li şîrketê simît dan min. Sekreterê got Alah razî, pêxember jê dizî.

Nîvê meha sibatê borî, bi vê nivîsê re dibe sêyem nivîsa min a vê mehê. Ji bo nivîsandinê çend mijar li serê hev kom bûne, ez nizanim kîjanê binivîsînim. Ji xwe êdî nizanim binivîsînim an nenivîsînim. Kes bi vî zimanî naxwîne.

Zimanek li ber çavên me dimire. Kalên li eskeriyê ji ber bi zimanê tirkan nizanibûn lêdan dixwarin, niha hewil didin bi zarokên sava yên zimannezan re bi tirkî bipeyîvin.

Ji zimanan zimanê herî li guhê min ne xweş tê zimanê erebî û tirkîya li ser sifreya kurdan e. Ez bûma min quran bi erebî nedişand. Ereb hema çi bikin dibêjin “yala”. Li hevdu dixin dibêjin yalla, dinin hevdû dibêjin yalla, silav didin dibêjin yala, dimîzin, dirîn, dixwin, vedixwin dibêjin yala.

Ji xeynî Kurdî zimanê herî bi min şîrîn tê zimanê Îspanyolî ye. Peyvên wî zimanî bi aheng tên guhên min. Îspanyolî hebe mirov çima bi tirkî û erebî biaxive heyran! Min îro ji xwe re got ez ê xwe fêrî Îspanyolî bikim.

Dibe rojekê ez Kurdî ji bîr bikim, qet nebe ez li şûna tirkî an jî erebî bi xwe re bi Îspanyolî biaxivim. Ez îro fêrî alfabeya Îspanyolî bûm. Di alfabeya wan de bîst û heft herf hene. Herfa H di serê peyvê de nayê xwendin. Hola wek ola tê xwendin. Si yanî erê.

Daniellayê soz da min ew ê min fêrî Îspanyolî bike. Ez û ew em ê her roj li ser netê bi rêbaza ziman bigihîje ziman fêrî zimanê hev bibin. Wê ji min xwest ez wê fêrî tirkî bikim, lê min jê re got si yanî erê, hola yanî silav, gracias yanê spas.

De bi xatirê we cimûetê mislîmîn, ez ê herim hin gunehên xêrê bikim li vê şeva pîroz…