Li ser kampanyayê, vedixwim şampanyayê…

VonLotikxane

Mrz 12, 2021


Pêr ez bi kampanyayekê ji xew rabûm. Çawa ketim fêysbûkê, min dît canik û camêran dest bi kampanyayekê kirine, dibêjin tu jî îmzeyekê bide, bila zimanê me bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.

Piştî ez ketim lînka kampanyayê, min metna bi Kurmancî xwend û hinekî jî çav li ya Zazakî gerand, min got baş e, va ye ez îmze dikim. Piştî min îmze kir, ez jê derketim. Ez li ser fêysbûkê bi vir de wê de digerîyam, min dît hin kes dibêjin bi îmzeyan nabe. Ez jî dibêjim bi îmzeyan nabe, lê bi dana îmzeyekê jî serê kesî kul nabe.

Yekî di şandeyekê de digot, “kampanyayeke baş e, lê xwezî tenê yek kampanya bûya.” Bi wê şandeyê ez pê hesîyam ku Hezkurdê jî bi serê xwe kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin. Sazî û dezgehên me heta li ser kampanyayeke ji bo ziman jî nikarin bibin yek. Min got baş e, ka ez li metna wan jî binêrim. Ez ketim lînkê, metna wan bi tirkî bû. Ji xwe ev mesele bi lava û hêvîyan nabe, îca lava û hêvî jî bi zimanê wan be weyla xwelî li serê me.

Ji metna wan ji serî heta binî belengazî û nezanî difûrî, di metnê de digot “Em wek Hezkurdê li pey mafê her zimanekî ne. Em wek Hezkurdê li dijî hemû cûreyên şîdetê ne.” Di kampanyayeke ji bo ziman de çi hewceyî van gotinan dike nizanim. Kampanya ji bo zimanê Kurdî ye, lê tu mafê her zimanekî diparêzî. Zimanê mafê wî hatiye xwarin Kurdî ye, lê tu metna kampanyayê bi tirkî dinivîsînî. Tu dibêjî em wek Hezkurdê li dijî şîdetê ne. An tu dixwazî bêjî platformên din alîgirên şîdetê ne, an jî tu dibêjî heger dewlet mafê zimanê me nede em ê bi dar û beran êrîş bikin. (Bawer dikim ew metin pişt re bi awayekî din hatiye sererastkirin)

Ev mesele ne bi dar û beran, ne jî bi kampanyayan safî dibe. Ziman bi bikaranîna ziman geş dibe. Bi axaftinê, bi nivîsandinê, bi xwendinê ziman xwe digihîne ramanê. Heger ziman û raman xwe negihînin hev, hevdû temam nekin, ziman nikare wek hespekî bi çargavî bibeze.

Heger tu li malê bi zarokên xwe re bi zimanê tu bi kampanyayan daxwaza wî dikî neaxivî, belasebeb xwe newestîne, zarok li mektebê fêrî wî zimanî bibe jî, ew ê wek fêrî zimanekî biyanî bibe fêrî wî zimanî bibe.

Tu bi çi zimanî bifikirî, bi çi zimanî xewnan bibînî, bi çi zimanî biaxivî, tu ayîdî neteweya wî zimanî yî. Herçend tirk te wek tirk qebûl nekin jî, dema tu wek wan bifikî, biaxivî û bijî tu jî yek ji wan î.

Ez Kurd im, pismamê min tirk e. Ez Kurd im, xwarzîyê min tirk e. Ez Kurd im, meta min dîya tirkan e. Heger zarokên min bi kurdî dipeyîvin, ev ji serhişkîya min a Kurdî ye. Heger ez bersiva peyama bi tirkî ya şopînerê xwe bi kurdî didim, ev ji serhişkîya min a Kurdî ye.

Berê li her malê, li her gundî, li her taxê Quranxwînek hebû. Zarokên derdorê li dor kesên Quranxwîn kom dibûn, ji elifbê dest pê dikirin heta Quran xitim dikirin Qur’an ji destê xwe bernedidan. Divê Kurdî pîroz bê dîtin bi qasî kitêbeke Xwedê. Her kesê bi xwendin û nivîsandinê dizane divê wek karekî pîroz fêrî kesên din bike.

Kesî ez fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî nekirime, lê min çendîn kesên ji malbatê fêrî xwendin û nivîsandinê kiriye. Ji bo gelek kesan zanîna kurdî ne tiştekî girîng e, lê divê di têkiliyên takekesî de mirov wan kesên girîngî nadin ziman mecbûrî zimanê kurdî bike. Pismamê min ê tirk an ew ê bi min re bi kurdî biaxive, an jî dê di huzura min de neaxive. Tu tiştekî din min bi qasî ez kurdekî kurdînezan mecbûrî axaftina kurdî dikim kêfxweş nake.

Serhişkî… Ez serhişk im… Tu jî serhişk be… Bijî serhişkî…