Gundê me li ser axa Tetwanê li devereke çiyayî ye. Nêzîkî hezar kîlometreyan ji bajêr dûr e. Heta çil pêncî sal berê jî rêya gund a wesayîtan tune bûye. Gundî li ser pişta hêstiran pêdivîyên xwe ji bajêr dianîn gund. Ji xwe wê demê zêde pêwîstiya gundîyan jî bi bajarîyan tune bûye. Gundî her tiştê xwe ji ax û av û çiyayên gundê xwe bi dest dixistin.

Dema rêya wesayîtan çêdikin, piranîya gundîyan nizanin wesayît çi ne. Dibêjin dema makîneyên kar yên rêyan çêdikin digihîjin gund, gundî alif didin ber makîneyê dibêjin heywan ji cot hatiye niha birçî ye.

Wesayîta pêşî tê gund helîkopterek bûye. Bavê min dibêje em li çiyayê Sînegirê li waran/zozanan bûn, cara ewilî helîkopterek di ser me re derbas bû. Dema ew teyrê qerase di ser konan re derbas dibe, dibe hêlhêla zarokan. Borrîn bi çêlekan dikeve, ker dest bi zirînê dikin, ewteewt dikeve kûçikan, her du keriyên pezê taxa jêrê û taxa jorê ji mexelê disilikin. Heft şivan nikarin pezê ku wek gur têkeve wan bi dengê helîkopterê disilikin zevt bikin.

Wext di ser re derbas dibe, gundî li wesayîtan siwar dibin, bi balafirê ji bajarekî diçin bajarekî din, pez û dewarên gund dielimin dengê helîkopteran, gundî ji tirsa ew ê wan bişibînin çekdaran xwe ji ber helîkopteran vedişêrin.

Televîzyon tê gund. Helîkopter Girê Tûjik bombebaran dike. Xaltîka Sînem tê mala me. Em li ser televîzyonê li fîlmên Holîwodê temaşe dikin. Xaltîka Sînem di fîlma di televîzyonê de helîkopterekê dibîne. Dipirse dibêje ma ev ne ew helîkoptera Girê Tûjik bombe kirî ye? Em dikenin, ê helîkopter diajo destbirakê min Rambo ye. Helîkopter ne ya Tirkî, ya Emrîkî ye.

Dem hîn jî derbas dibe. Xaltîka Sînem dimire. Xudanê helîkopteran soz didin xelkê xwe ku ew ê di nêz de bi helîkopterên bi modêla serdema nû wan ji Qersê bibin Marsê. Em dikenin. Hûn û Mars! Hirç û hirmî!

Helîkopter…. Xaltîka Sînem nexwende bû, nizanibû helîkoptera Girê Tûjik bombe kirî û ya Rambo diajo ne heman helîkopter in. Hezar rehmet li gora wê. Bila dengê min here guhên wê. Yên xwende jî nikarin helîkopteran ji hev derxin. Xwendîye bûye parêzer, bûye serokê partiyê, bûye parlamenter, bûye serekê gel hîn jî nizane helîkopteran ji hev derxe. Şîna heman helîkoptera ku du meh berê du hemwelatiyên wî yên ku jê hatibûn avêtin û wî şîna wan du hemwelatiyan digirt digire.

Em çi bikin, helîkoptera me hebûya me yê jî wan ji hev nas bikira. Ne kerê me ye li garanê, ne gayê me ye li gadarê, lê garan jî gadar jî ya me ye…