• Di. Jun 28th, 2022

Lotika Papa xweş lotik bû

VonLotikxane

Mrz 29, 2021
0 0
Read Time:1 Minute, 21 Second

Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran hat pêşwazîkirin û ziravê wî ji Erebên qûnreş qetiye, Ereban Papa bi pêşwazîya şûrên xwe ziravqetandî kir.

Papa piştî giha Hewlêrê weke ku ji cehnemê derbasî bihuştê bûbe kêfa wî hat û ji tirsa Ereban xilas bû. Papa bi hatina xwe hem kêfa Kurdan û hem jî kêfa Mesîhîyên Kurdistanê anî û peyamên baş dan.

Bi hatina Papa carek din eşkere bû ku Kurdistan welatê merivantî yê, welatê demokrasî û biratîyê ye û wek Iraqê ne dijminê olên cuda û Mesîhîyan e. Dinyayê carek din bi çavên serê xwe mirovperwerî û mirovantîya Kurdan dît û tê gihiştin ku heger li Rojhilata Navîn welatekî demokrat û mirovperwer hebe ew jî Kurd û Kurdistan in.

Bi hatina Papa re, hinek dezgehan pûlek Kurdistana mezin ku wêneyê Papa li ser bû weşandin. Bi weşandina pûlê re agir ket qûna dagîrkerên Kurdistanê û bi taybet jî hinek rayedarên dewleta Tirk rabûn ser tapana û bi xwe nexweş anîn. Hinek rêvebirên partîyên Tirk di meclîsa xwe de nexşeya Kurdistanê rakirin û propagandayek baş ji Kurdistanê re kirin. Ji alîyê din, HDP a ku qaşo hinek alî wê wek partîyek Kurdan dibînin û serê xwe ji bo wê li hêt û dîwaran dixin, xwedî li wê nexşeyê derneket û wek partîyên nêjadperestên Tirk jî pozê wan neşewitî û xwedî lê derneketin.

Werhasilî kelam, pûla Papa dagîrkir bê eraq serxweş û gêj kirin.
Papa hem bi hatina xwe paye da Kurdan, hem bi pûla xwe..

Hewlêr

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %