Radyoya Êrîvanê sêwî ma

VonLotikxane

Mrz 29, 2021


rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê beşê Kurdî de dest bi kar kir û 50 salî bê rawestan xizmeta çand û zimanê Kurdî kir. Seyad, herweha di rojnameya Riya Teze de jî xebitî û ji xizmeta çand û zimanê Kurdî paşde nema.

Min Keremê Seyad di 2006an li li Ermenistanê, li Radyoya Êrîvanê nas kir. Em tibabekî bi hev re man û bi min re kurtehevpeyvînek jî çêkir. Wek gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurên Ermenistanê, Keremê Seyad jî Kurdekî mitewazî, fedakar, dilsoz û xizmetkarê çand û zimanê xwe bû. Seyad, wek Emerîkê Serdar, Grîşayê Memê û bi dehan nivîskar û xebatkarên rojnameya Riya Teze, bi derfet û mecalên kêm fedakarîyek mezin kirin û xizmeta çand û zimanê Kurdî kirin. Bi rêya Radyoya Êrîvanê mûzik û zimanê Kurdî zindî hişt, mûzîk û zimanê Kurdî gihand temamê gund û bajarên Kurdistanê.

Radyoya Êrîvanê a ku bi daxwaza M.Mistefa Barzanî hatibû destpêkirin, bi weşana Kurdî, bi weşandina mûzîk û zimanê Kurdî xizmetek mezin ji çand û zimanê Kurdî re kir û yek ji hîm û kevirê wê jî Keremê Seyad bû.

Koça Keremê Seyad Kurd xemgîn kirin.

Bela serê malbata wî û serê milletê Kurd sax be.