Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

VonLotikxane

Mrz 29, 2021


Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan.
Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim.
Her şifêrek kitêbek e û bi xwendina van kitêban ferhenga min piçekî din dewlemend dibe.

Êvarî min ji wan re şîv çêkir;
goştê mirîşkê û savar, min savar bi ava ku goştê mirîşkê pê kelîyabû çêkir.
Ji qewla binxetîyên me, bi telaq min rebê savarê leqand;
savareke doşilmekî, mîna qudret…
Piştî me şîva xwe xwar, jixwe çay jî amade bû, me çaya xwe jî vexwar bi civateke pir şên û xweş:

Rojekê Hemê ji Stenbolê barê xwe bar dike û lê dixe berê xwe dide Kurdistanê.
Li derîyê gumrukê disekine û karmendê wezîfedar ji bo kontrolkirinê tê cem Hemê.
Berî here li qaseya tirê binere, ji Hemê dipirse, dibêje:
“Barê te çi ye?”
Hemê dibêje:
“Kîr!”
Karmendê wezîfedar ewil dibêje qey Hemê qeşmerîyên xwe pê dike, loma jî pir hêrs dibe. Bi xeyd jê re dibêje:
“Ez ê kîr di te kim haa, qeşmer!”
Destê xwe li Hemê radike ku lê bixe, Hemê dibêje:
“Seyda! Xwe aciz meke, ez bira dibêjim wîî! Barê min kîr e. Tu bawer nakî jî, fermo were bi çavên xwe bibîne!”
Karmendê wezîfedar destên xwe dide paş qûna xwe û ber bi paş tirê ve dimeşe; ji Hemê re dibêje:
“Veke!”
Hemê çadirê radike, her du derîyên paş tirê vedike û ji karmendê wezîfedar re dibêje:
“Fermo!”
Karmendê wezîfedar destê xwe dirêjî kolîyekê dike, ber bi xwe ve tîne û wê vedike.
Çav di serî de dibin tas, şaş û metel dimîne!
Ji hundirê kolîyê radihêje kîrekî lastîk anku kîrekî plastîk û ew kîr di nav destê wî de rep disekine.
Ji ber kîrê xwe fedî dike; kîrê plastîk rehet 25 cm heye.
Bi hêrs wî kîrî diavêje hundirê kolîyê û ji Hemê re dibêje:
“Ez mahmeleya te çê nakim!”
Hemê dibêje:
“Çima?”
Karmendê wezîfedar dibêje:
“Kîrên me ne besî me ne, te kîrên lastîkî ji me re anîye. Bi telaq min nehişt tu van kîran derbasî Kurdistanê bikî!”
Hemê dibêje:
“Heyran, ê min çi? Ez xwedîyê heqdestê xwe me. Ma ne kîrên min in. We ji şîrketê xwestîye û şîrketê jî heqê kirîya min daye min û min jî barê wan bar kiriye, anîye. Ez ê telefonî xwedîyê bar bikim, ji wî re bibêjin em derbas nakin.”
Eman yeman, Hemê dike nake peyv bi serê karmendê wezîfedar re nare, radibe telefonî şîrketê dike, meseleyê ji xwedîyê bar re ta bi derzîyê ve dike.
Xwedîyê bar jî bi telefonê xwe digihîne xwedîyê kîran- ê kîr kirîye.
Axir xwedîyê kîran jî telefonî gumrikê dike û meseleyê çareser dikin.
Karmendê wezîfedar radibe mahmeleya Hemê çê dike û Hemê tevî kîrên xwe di derî re derbasî hêla Kurdistanê dibe.
Wexta tir bi rê dikeve û li karmendê wezîfedar dibihure, ji karmendê wezîfedar re li qornê dixe û xwe bi xwe dibêje:
“Kîrên we bi kêr bihatana, xelkê kîr ji we re nedişandin!”