Hûn daxwazê ji kê dikin kaka?

VonLotikxane

Jun 4, 2021


PKK Bakurê Kurdistanê wêran kir, tiştek bi navê Kurdayetîyê nehişt û niha dixwaze heman tofan û malwêranîyê bîne serê Başûrê Kurdistanê jî. Ji xwe mana wê ya li Başûr ji bo tunekirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê ye û hemû jî plan û projeyên dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk PKK dike mahne û bi wê sedemê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, bombenaran dike, dar û daristanan dişewitîne û bi vî awayî xaka Başûrê Kurdistanê dagîr dike. Çawa ku dewleta Tirk PYD û YPG kir mahne, ket Rojavayê Kurdistanê û tê de ma, bi mahneya PKK jî wê demek dirêj xaka Başûrê Kurdistanê dagîr bike û tê de bimîne, belkû jî jê dernekeve. Ji dewleta Tirk re pirsgirêk ne PKK ye. PKK tenê alav û hincet e. Armanca esasî têkbirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û rêlibergirtina serxwebûna Kurdistanê ye. Armanca PKK û ya dewleta Tirk ev e.

Ne tenê armanca PKK û dewleta Tirk, herweha armanca Bexda û Tehranê jî ev e. Ango, her çar hêz xwedîyê yek armancê ne û ew jî rêlibergirtina serxwebûn û dewletbûna Başûrê Kurdistanê ye.

Axir…

Li ser bextê fitne û fesadên Parlamentoya Kurdistanê be, dibêjin Fraksiyona PDK daxuyanîyek li dijî êrîşên dewleta Tirk û PKK belav kiriye û daxwaz ji Hikûmeta Bexdayê kiriye ku li dijî Tirkîye û PKK bêdeng nemîne.

Fraksiyona PDK di daxuyanîya xwe de gotiye; „PKK her dem hincet daye destê Tirkiyê û şerê PKK û Tirkiyê li ser jiyan û jîngeha Herêma Kurdistanê bûye malwêranî “ filan û bêvan.

Êêêê, ma Hikûmeta Bexdayê vê nizane?

Bi telaqê bê fitû ji min û we baştir zane.

Yan hûn nizanin ku armanca Hikûmeta Bexdayê, Tehranê, Enqere û Qendîlê yek e?

Bi telaqê bê fitû hûn zanin!

Naxwe hûn gazindan ji kê dikin û li benda alîkarîya kê ne kaka?

Werhasilî kelam, bav û kalên me belasebeb negotine “ Divê meriv serê xwe bi destê xwe buxrîne “.
Bi allahwekîl, bi deh quran û mishefan, heta PDK serê xwe bi destê xwe nexurîne, ne daxuyanî fêde dikin, ne jî Bexda bi hawarê ve tê.

Hewlêr