Wek hûn zanin, PDK û rayedarên PDK her demê siyasetek germik û nermik meşandine û heta ji destê wan tê kes neêşandine. Bi siyasetek germik û nermik hem nambera xwe dostên xwe û hem jî navbera xwe û dijminên xwe xweş kirine. Hewl dane bi siyasetek germik û nermik pirsgirêk û nakokîyên xwe çareser bikin û heta astek bilind jî biser ketine.
Serokê Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî jî siyaseta PDK didomîne û bi germik û nermikbûna xwe hewl dide nakokîyên navbera pastîyên siyasî çareser bike.
Nêçîrê me bi minasebeta 46 salîya damezrandina YNK, rayedar û hemû lotikvan û zîtirkvanên YNK pîroz kir û dîsa lotikek germik û nermik avêt.
Nêçîrê me di pîrozbahîya xwe de xebat û tekoşîna ku YNK ji bo destkeftîyên Kurdistanê daye anî zimên û herweha rêz û silav ji bo giyanê Mam Celal şand û ew bi bîr anî.
Ez serê we neêşînim, weke ku di dîroka xwe de YNK tu xirabî nekiribe, Nêçîrvan Barzanî bi pesindanek mezin xebat û tekoşîna YNK silav kir û di gorê de kêfa Mam Celal jî anî.
Heta vir temam, ehlen we sehlen.
Lê Nêçîrê me tiştek ji bîr kiriye.
Xwezî Nêçîrê me çûba ser gora Mam Celal û li ser gora wî çend elok û şamik ser jê bikira. Bi allahwekîl niha Mam Celal bêrîya goştê elokan kiriye ha….
Duhok