Erê erê, hûn kurd lawê kurdan in!
Û tu ziman bi qasî kurdî ne dewlemend e, heger kurdan bizanîbûya bi kurdî kurd dibin kurd.
Bi qasî kurdî ji ber kurdan kişand, ji ber tu kesî nekişand.
Û hîn jî dikişîne!..
Îro, ji sibehê de ji ber ehmeqîya Muharrem Înceyê bi mejîyê xwe jî înce, kurdên ku rojê tenê pênc deqeyan kurdîbûna wan tê bîra wan, dîsa bi hev re ketine pêşbirkê û ha ha parêzvanîya kurdî dikin.
Ji xêndî hin ciwanik û ciwamêrên bi kesayeta xwe pak, bi ruhê xwe kurd…
Tew hinek ji wan jî bi tirkî xwe aciz dikin û ji Muharrem Înce re dibêjin kurdî ji tirkî dewlementir e!
Herî pir jî kenê min bi van Don Kîşotên bê “don” digerin tê.
De îja ez di şûna Muharrem Înce de bûma, ez ê li van mejîsistan vegerîyama û min ê ji wan re bigota, “Hey mejîsistên ji min mejîsistir! Madem kurdî ji tirkî dewlemendtir e, çima hûn ji min bêtir xwe dikin qurbana tirkî û bîst û sê seet û nîvan bi tirkî dijîn?”
Ew nîv seet jî bila ji bo wan kesan be ku dema li deverekê bê hemdî hûn li wan rast tên û li ser nigan silavekê didin hev…
Îja ne Muharrem li van mejîsistan vedigere û ji wan re dibêje, “De herin qûna xwe li avê xin,” ne jî ev mejîsist ji xwe dipirsin bê ev çi nakokî ye em di nav de digevizin.
Muharrem Înce çi gotîye?
Muharem Înce gotîye,
“Zimanê kurdî li gorî qeydeyên pedagojîyê ji bo perwerdeyîyê nabe.”
Heqê wî heye van zirr gotinên ji serê xwe mezintir bike?
Na.
Lê heger Muharrem Înce bigota,
“Zimanê kurdî zimanekî xurt û dewlemend e, lê mixabin ji ber ku kurd ehmeq in, xwenezan in, xwelîser û bi kompleks in û xwe kêm, xwe biçûk dibînin, em kurdî bikin zimanê perwerdeyîyê jî, kes ê neyê bi kurdî perwerde nebe, loma jî hewceyî vê xisar û hewldanê nake” heqê wî hebû.
Û heger weha bigota, weleh di vê şewbê de bê maske min xwe li derve biqewimanda û bi peyakî min ê bida kezeba rê, heta mala wî bê rawestan ez ê biçûma, min ê enîya wî maçî bikira û dîsa di nig de vegerîyama malê.
Lê heyran, ev kîrquzdê tiştina dikin, bi tu haweyî nabe meriv li pişta wan rabe.
Kî bîra îja zimanê kurdî li gorî qeydeyên pedagojîyê ji bo perwerdeyîyê nabe!
Hela hela!
Yanî ew zimanê te yê ku ji nîyhandina pêncî netewî çêbûye, qeydeyên pedagojîyê bi cî tîne, lê zimanê kurdî yê ku berî Xwedê çê bibe jî heye, qeydeyên pedagojîyê bi cî nayne, ne wisa?
Ka îja ez ji vî pedofîlî re çi bibêjim, ji qewla Cîgdemê?
Cîgdema delal, ji kerema xwe re guhê xwe bigire, ez ê du gotinan bikim.
Muharrem Înce!
Hey te quzê wê xwaro, ji qewla me mêrdînîyan!
Êdî vîagra jî hew kîrê te radike, lê heger em di ber de jêkin û kirasekî li te kin jî, kes ê bi sî û starê te nekeve.
Tu dişibî xîyarekî çelmisî yê xursîyan…

Gotina Dawî
Xursî, xwedîyê xîyarê çelmisî, ne dixwin, ne didin kesî, didin kerê, kêr pê difetisî.