Xalê Elî lotikek li PKK xist lê fayde nake

VonLotikxane

Jun 8, 2021


Van rojan PDK û PKK hevdu dane ber lotikan û qîr û qiyamet e.
Piştî li Metîna çend pêşmerge hatin şehîdkirin û çendek jî brîndar bûn, herkesî berê tîrên xwe dan PKK û dest bi şermezarîyan kirin. Ji Amerîka bigrin heta bi Xelo û Xelo jî êrîşên ser pêşmerge şermezar kirin. Lê şermezarî tenê wê çi faydeyê li kiryar û helwesta PKK bike kes nizane.

Axir…

Xalê me Elî Ewnî jî (ku kêfa me pir jê re tê) ket nav karwanê şermezarkaran û bi daxuyanîyekê çend lotikên qerase li PKK dan.
Xalê me Elî Ewnî gotiye: „Bi şeş telaqên jinberdanê, PKK ji alî wan welatên ku naxwazin Kurdistan aram bibe ve hatiye erkdarkirin û tiştên ku dike ji bo veşartina rşreşîya xwe dike“ filan û fîstan.

Endamê serpereştîya PDK Elî Ewnî, di berdewamîya lotikên xwe de anî zimên û ji BasNewsê re got: „PKK darê destê neyarên Kurdistanê ye û ji xwe re bikar tînin. Eger aramîya Kurdistanê xirab bibe sûda tu Kurdekî tê de nîne. PKK li Bakurê Kurdistanê pê girtiye û têk çûye. Ew ji bo lêdana her çar parçeyên Kurdistanê çêbûne, ne ji bo azadîya Kurdan dixebitin„ û kela dilê xwe rehet kiriye.

Ez serê we neêşînim, xalê me Elî Ewnî lotika dawî avêtiye û gotiye: „Meydana xebata PKK Bakurê Kurdistanê ye. Eger piçek hestê Kurdayetîyê di nav PKKê de mabe wê vegere Bakur û li wir xebatê bike„.

Aha îcar me Bakurîyan pê girt!

PKK şoreşa Bakur qedandiye xalê Ewnî, ma wê vegere Bakur çi xwelîyê li serê xwe bike. Pêwistîya me Bakurîyan bi şoreşa ekolojîk û wêranolojîk nemaye, îcar dora we Başûrîyan e û hûn sax. We çawa PKK li Başûr bi cîh kiribe, wilo jî ji Başûr derêxin heyran…