Azadî xweş e, lê azadîya bi sînor

VonLotikxane

Jun 9, 2021


Cemîl Cewher

Gotinek heye dibêjin; “ Emrê leglegê çû bi teqreqê “. Xuyaye ev jî mesela me û kakacanan e. Çûn û hatina Hewlêr û Bexdayê kirine wek çûn û hatina Duhok û zaxoyê. Rojekê li Hewlêrê ne, rojekê li Bexda. Û hertim jî destvala vedigerin û temenê xwe bi çûn û hatina Bexdayê derbas dikin.

Helbet têkilî, dan û stendin û dîplomasî baş e, xweş e. Lê nayê wê wateyê ku hûn temenê xwe bi çûn û hatinê derbas bikin û bi ser de destvala vegerin nav zarokên xwe. Ji xwe tu xêr ji Erebên qûnreş ên Bexdayê dernakeve. Sofîkên Tehranê çi bêjin ew e. A herî baş ku hûn sînorekî têxin navbera xwe û Bexdayê û giranîya xwe bidin tifaq û yekrêzîya partîyên xwe, artêşek netewî saz bikin, dezgehên dewletbûnê xurttir bikin, medya û çapemenîyek netewî biafirînin, doza cudabûn û serxwebûnê li dewletên mezin bikin û telaqê Ereban têxin destê wan.

Lê na, kakacanên me her û her behsa Iraqek xurt û demokratîk dikin û xwe wek parçeyek ji Iraqê dibînin. PKK jî heman lotikan davêje û doza Tirkîye, Iraq, Îran û Sûrîyeyek xurt û demokratîk dike kaka! Qey hûn jî Kurdistanek serbixwe naxwazin! Erê kêfa me hat û we referandûma serxwebûnê çêkir. Îcar ev çi tirşika Iraqek xurt û yekgirtî ye bavê min…

Xelk dibêjin „ xwezî dagîrkerên me jar û tar û mar bibin ji bo em dewleta xwe damezrînin, yên me dibêjin bela Iraq xurt bibe “.
Wele me pê girt!

Heger netewperwerî û dewletxwazîya me ev be, zehmet e em bi vê qûşê xwe bighînin Mûşê.

Werhasilî kelam, vê dawîyê Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê mîster Dominic Raab serdana Hewlêrê kir û silavek da Serok Nêçîrvan Barzanî. Wek me got, dîplomasî baş e û ji Kurdan re pêwist e. Di preskonferansê de Nêçîrê me û Dominic Raab ê Brîtanî dîsa behsa pirsgirêk û aramîya Hewlêr û Bexdayê kirin û çend lotik avêtin.

Lotikvanê Brîtanî Dominic Raab, di derbarê pêşmerge de lotikek watedar avêt û jî got: “ Em jî rola xwe di rêxistinkirina hêzên pêşmerge de dibînin. Em dixwazin hêzeke modern li Herêma Kurdistanê bê dirustkirin. Ez dilxweş im ku Brîtanya pareyan ji bo birêxistina hêzên pêşmerge dabîn dike ” filan û bêvan.

Yanî, mîster Brîtanya naxwaze li herêma Kurdistanê artêşa partîyan lê artêşek modern a Kurdistanê bibîne.

Dominic Raab, di lotika xwe ya dawîn de behsa ewlehî û azadîyê kir û got: “ Yek ji wan xalên ku em piştevanîya wê dikin, azadîya ragihandinê ye ”.

We go azadîya ragihandinê?

Ma ji vê azadîya niha zêdetir azadî heye mîster?

Azadîyek ewqas bê sînor ji ragihandinê re heye ku, kare di ragihandina PDK de piştgirî û berdevkîya PKK jî bike.

Ka ji vê ragihandinê azadtir kaka!

Hewlêr