Diyar Baban

Xanima bedew û germik û nermik Marîam Rod, xanimek Kurd e û li Dubaîyê dijî. Herkes wê wek Îranî û Faris dinase. Lê Marîama me eslê xwe înkar nake û xwe wek Kurd û Kurdistnî dibîne.

Marîam Rod, ku di gelek reklaman de dilîze û naskirî ye, li hember gotin û fesadîyên xelkê aciz bû û ji çapemenîyê re got:
„ Kî ji min re bêje Faris e ez di devê bavê wan de birîm. Ez Kurd û ji Rojhilatê Kurdistanê me. Min gelek caran ev anîye zimên. Ez bi Kurdbûna xwe serbilind im “ û çend lotikên xweş avêtin.

Marîam Rod, hewl dide li Hewlêrê navendek modayê veke û Kurdekan bi modayê bide naskirin. Xuyaye wê keç û xortên ku li Başûr dane dû estetîk û makyajê bi vekirina navenda modayê têra xwe lotik û zîtirkan bavêjin.

De a bi xêr…

Me dewlet safî kiriye maye dora moda estetîk û mestetîkan wesselam..

Mahabad