Wî jî lotikek li PKK xist

VonLotikxane

Jun 9, 2021

Ev çend roj in mijar tev li ser PKK û kujtina pêşmergeyan e. Piştî ku li Metîna bi mûşekan 5-6 pêşmerge hatin kujtin, çendek brîndar bûn û çendek hatin revandin, herkesî ev kiryara qirêj xist stuyê PKK û PKK dan ber lotik û zîtirkan. Her çendî PKK di çapemenîya xwe de êrîşî PDK dike, PDK wek hevkarê dewleta Tirk nîşan dide û dixwaze rê ji şerê brakujîyê re veke jî, kujtina pêşmergeyan naxe stuyê xwe û balê dikşîne ser bombebarandinên dewleta Tirk. Li gor Başûrîyan PKK pêşmerge kujtine, li gor PKK jî artêşa Tirk pêşmerge bombebaran kiriye. Mijar bûye şorbe werhasil.

Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yek ji berpirsê YNK kak Qubad Talebanî jî ket nav karwên û bi lotikekê PKK şermezar kir.

Qubadê me anî zimên ku „Kurdan heta niha jî bedelê şer û aloziyên birakujiyê didin û heger berdewam bike, bêguman evê bibe sedema têkçûn û windahîyek mezintir û xwest arîşeyên heyî bi berpirsiyarane bên çareserkirin“.

Ez serê we neêşînim, PKK bûye wek golikê beş û lotik li ser lotikan dixwe. Lê çi hikmet be Qubadê me behsa xiyaneta li Kerkûkê nake.

Êêêê, ma kes dibêje dewê min tirş e, na welle….

Kerkûk