• Mo. Nov 29th, 2021

Kurdek din ji bo demoqrasîya Tirkiyê bû qurban

VonLotikxane

Jun 19, 2021


Ezîz Dîlan

Berê gava Tirkan navê Kurdan dibihîst, ji tirsan bi xwe de dimîztin û revî revî direvîyan. Tirkekî nîjadperest yan netewperest newêrîbû gava xwe bavêje Kurdistanê. Siyasetmedarên partîyên Tirk newêrîbûn li Kurdistanê siyasetê bikin. Wê demê Kurd hebûn, Kurdayetî hebû, ruh û giyanî millî û netewî hebû, hest û helwestek Kurdistanî hebû. Lê PKK bi van nirxên netewî de mîzt, Kurd ji ruh û giyanê netewî dûr xistin, hest û helwestek Kurdistanî bi Kurdan re nehişt û Kurdistan ji gur û çeqelên Tirk re kir qada lotik û zîtirkên Tirkayetîyê.

Tirkên ku berê newêrîbûn xwe di Kurdan re derxin û hefza xwe ji Kurdan dikirin, îro bê tirs êrîşî ser mal û deazgehên Kurdan dikin, bê tirs dest davêjin namûs û xîreta wan û li ber çavê dinya û alemê Kurdan dikujin. Sedema vê yekê siyaseta şaş a PKK û HDP ye, siyaseta demokrasîya pûç û vala û çîroka bratîya gelan e. Ji ber ku PKK û HDP ruhê netewî di Kurdan de nehişt û Kurd kirin bi qurbana Tirkîyeyek demokratîk, Kurd ji mêranî ketin, bûn tirsonek û hew wêrin dengê xwe ji Tirkan re bikin. Ev jî dibe sedema kujtina keç û xortên Kurd û li ser xwîna wan keç û xortên Kurd siyasetek qirêj, siyasetek li dijî maf û heq û hiqûqê Kurdan tê meşandin. Ji ber ku rêvebirî û serkêşîya vê siyaseta Tirkayetîyê di destên Tirk, Ermen û Ereban de ye, kujtina keç û xortên Kurd li hesabê herdu alîyan tê û herdu alî jî li ser tunekirina Kurdan diçêrin.

Herî dawî di şerê xendekan de dewlet û PKK û HDP deh hezar xort û keçên Kurd dan kujtin, bajar rûxandin, wêran kirin û zêdeyî milyonek Kurd koçberî bajarên Tirkiyê kirin. Ji xwe asîmîlekirina Kurdan pirsgirêkek bi serê xwe ye.

Îro ji alîyekî hikûmet û şirîkên hikûmeta AKP dixwazin HDP bidin girtin û ji siyasetê dûr bixin. Ji alîyê din zirt û gefên rojnamevanên nîjadperestên Tirk berdewam in û bi hinceta HDP êrîşî Kurdan dikin. Di 17ê vê meha Hezîranê de, nîjadperestê Tirk Onur Gencer êrîşî baregeha HDP a Izmîrê kir û keça Kurd Denîz Poyraz bi şeş guleyan qetil kir. Vîdeo û mukirhatinên serokê mafyayê Sedat Peker ji xwe tansiyona hikûmet û civakê bilindtir kiriye. Ji alîyê din ji hilbijartinê re salek du sal mane. Li gor ankêt û lêpirsînan xelk ji siyaset, dizî û gendelîyên AKP û MHP aciz in û di hilbijartinê de têkçûna AKP tê texmînkirin. Wer xuyaye heta hilbijartinê wê gelek alozî û arîşe bên derxistin, da ku AKP û MHP eyb û arên xwe veşêrin û rojevê biguherin.

Gelek kes bawer dikin ku partîyên desthilatdar ji bo Kurd dîsa bi HDP ve bên girêdan, êrîşî HDP dikin. Ji bo Kurdên Bakur ji bin kontrola PKK û HDP dernekevin wê êrîşî Kurdan bikin, wan bikujin yan bidin kujtin, bi hestên wan bilîzin û Kurdan dîsa derxin kuçe û kolanan. Daxuyanîya Hevserokê HDP Mîthat Sancar vê yekê eşkere dike. Piştî kujtina Denîz Poyraz, Mîthat Sancar daxuyand û got: „Îro wê civîna me li Izmîrê bihata lidarxistin û wê 40 rêvebirên me beşdarî civînê bibûna. Lê ji ber hinek sedemên lezgîn me civîn li paş xist“. Di gotinên Sancar de xuyaye ku agahdarî û ixbarî ji dezgehên dewletê girtine û civîn li paş xistine. Bêhna genî ji gotinên Sancar difûre û pirsa „gelo Denîz Poyraz bi zanetî kirin qurban“ di serê meriv de çêdike.

Werhasilî kelam, keça Kurd Denîz Poyraz ne ya yekem e û ne jî ya dawî ye. Ê tên kujtin Kurd in, ê winda û helak dibin dîsa Kurd in.

Û ji bo çi?

Ji bo demokrasîya Tirkiyê û çîroka bratîya gelan..

Bela ruhê Denîz Poyraz şad be, serê milletê Kurd sax be…

Enqere