Read Time:35 Second
Sîmon Kurdo
Wek hûn zanin, li Israîlê 200 hezar Kurdên Cihû hene. Piranîya wan ji Kurdistanê koçî Israîlê bûne û li wir bi cîh bûne. Gelek ji Kurdên Cihû di nav dem û dezgehên Israîlê de xwedî selahîyet û meqam in. Yek ji wan jî Mîckey Levy ye.
Parlamentoya Israîlê bi piranîya dengan parlamenterê Kurd Mîckey Levy wek Serokê Parlamentoyê hilbijart û lotikek avêt.
Mîckey Levy, Kurdekî Cihû ji navçeya Cizîr a Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye. Leyv di daxuyaniyekê de gotibû: „ Ez bi Kurdayetîya xwe şanaz û serbilind im û hêvî dikim rojekê Kurdistan serbixwe bibe“.
Werhasilî kelam, Kurdekî Botî bû Serokê Meclîsa Israîlê. Aqûbet li serê Torî, Omerî, Serhedî û Koçeran be û hûn sax.
Telavîv
Post Views:
412