Kurmê şîrî heta pîrî ye giyanekem

VonLotikxane

Jun 23, 2021

Hewl tê dan ku pêşmerge dîsa vegere Kerkûkê û Kerkûkê biparêze. Lê sermezinên wek Aras Cengî naxwazin pêşmerge vegere Kerkûkê.

Çima?

Ji bo xiyaneta ku di 16ê Cotmeha 2017an de hatiye kirin veşêrin û carek din rezîl û riswa nebin.

Endamê serpereştîya YNK Aras Cengî, li ser pirsa vegera pêşmerge da lotik û zîtirkan, li xwe zor anî, serxoş bû û ji çapemenîyê re got: „ Vegera çi û halê çi kaka. Ma Kerkûk bajarê Kurdistanê ye ku pêşmerge vegere. Kerkûk ne bajarê Kurdistanê ye, bajarê Iraqê ye giyanekem “ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Wek hûn zanin, Aras Cengî û xwefiroşên pê re di 16ê Cotmeha 2017an de Kerkûk firotibûn Iraq û Îranê û cehşîtîya 66an dubare kiribûn.

Êêêêêê, belasebeb negotine kurmê şîrî heta pîrî qurban.

Kurmê darê ji darê ye giyanekem…

Kerkûk