Rastî di bin cilikê de namîne

VonLotikxane

Jun 23, 2021


PKK û rêvebirên PKK çi guneh û qebhet kirine nizanim. Lê xuyaye vê heyamê felekê pişta xwe daye wan û lotik li ser lotikê dixwin. Nizanim ne gunehê wan e, ne hinekan li ser wan xwendiye û ne jî hinekan nifir li wan kiriye, lê dibêjin qeder û çarenûsa meriv di destê meriv de ye û meriv çi biçîne wê diçine.

Wek tê zanîn, li herêma Metîna 5-6 pêşmerge hatin şehîdkirin û PKK kujtina wan nedigirt ser xwe, înkar dikir. Lê fermandarê PKK Ozgur Jiyanda lotika PKK lê vegerand û eşkere kir ku PKK pêşmerge kujtine.

Fermandarê PKK Înan Çelîk (Ozgur Jiyanda) di 9ê Hezîrana 2021ê de dev ji PKK berda, xwe radestî hêzên pêşmerge kir û vegerîya mala xwe. Ozgur Jiyanda, bi vîdeoyekê her tişt eşkere kir û got ku “ bi allahwekîl, bi qasî salekê çêbû ku ji bo hatina pêşmerge hazirî dihatin kirin. Haziriyên wek; mayînkirina erdê, bicîhkirina sîlehên giran, sîlehên sûîqestê û qernas hatibûn bicîhkirin ” û gelek tiştên din.

Werhasilî kelam, rastî di bin cilikê de nayê veşartin û rojek ji rojan eşkere dibe. Ozgur Jiyanda ji ber ku kujtina pêşmerge qebûl nekiriye û nexwestiye brayên xwe yên pêşmerge bikuje, dev ji PKK berdaye, gav û lotikek pîroz avêtiye.

Bi hêvîya ku hemû gerîllayên welatperwer dev ji brakujîyê berdin, brayên xwe yên pêşmerge nekujin û wek Ozgur Jiyanda guhdarîya xîret û wîjdanê xwe bikin.

Hewlêr