Çi bi Kurdên Bakur hat?

VonLotikxane

Jun 26, 2021


Zinar Qelemşûr

Berê gava behsa Kurdan dibû, Tirkan bi xwe de dimîzt û gelekan ji wan jî bi xwe de dirît. Kurd bûbûn tirsa dilê wan, Kurdistan ji wan heram bûbû, ne çep û rast û ne jî siyasetmedarên wan nikarîbûn gava xwe bavêjin Bakurê Kurdistanbê. Lê piştî guhertina armanc û siyaseta PKK malik li Kurdan viritî, Kurd ji mêranî ketin, hatin xesandin û pelûla germ bi serê wan de rijiya.

Siyaseta bratîya gelan û demokratîzekirina Tirkiyê Kurd ji hizr û hestên netewî dûr xistin û ew kirin wek pisîkên kedî. Kurdên ku bi can û malê xwe xwe di ber doza Kurdistanê de feda dikirin, îro ji bo demokrasîya dewleta Tirk û ji bo bratîya gelên beredayî xwe feda dikin, yan jî tên feda kirin. Êdî ne ew hest û hizrên netewî bi wan re mane, ne jî ew mêranîya berê.

Siyaseta bratîya gelên tewşo mewşo û demokrasîya çirto virto ne tenê Kurd ji mêranî xistine, herweha wan asîmîle jî dike û wan dike wek bizinên kol. Tirkmancî û şildim bildima Tirkî cihê Kurdî girtiye û bêguman ev lotik jî lotikek ji lotikên şerê taybet û bi şêwir û mişêwir e.

Axir..

Birastî çi bi Kurdên Bakur hat, yan ji bi serê wan anîn?
Xwelîya heft gundan bi serê wan dakirin.
Ew koçber û derbeder kirin û kirin dol tajî.
Kurdên şêr kirin pisîk.
Bi navê demokrasî û azadîyê ew ji mêranî xistin û qûnek kirin.
Zimanê Kurdî ji devê wan kişandin û ew kerr û lal kirin, şerwal ji wan kirin û kirasê jinan li wan kirin.

Û bi sedan tiştên din.

Lê tiştek heye.

Gîha di bin keviran de namîne. Helbet wê rojekê nifşekî netewperest û Kurdewar ji nav civaka Kurd derkeve û qûnê li xêrnexwazan biqetîne wesselam..

Stenbol