Rovîyekî geryayî ji şêrekî razayî çêtir e

VonLotikxane

Jul 29, 2021

Dibêjin rovîyekî geryayî ji şêrekî razayî çêtire. Ango, kesên çalak ji kesên tiral û razayî çêtir in.

Em behsa Kurdên Bakur û rewşa wan dikin. Kesên çalak û geryayî îro li dijî netew-dewletbûnê û li dijî Kurdistanek serbixwe lebatê dikin û digerin. Kurdên ku xwedêgiravî xwe netewperwer û netewperest dibînin jî tiral û betal in, sisto pisto û razanî ye. Her çiqasî çavên wan vekirî û zindî bixuyin jî, ji ber ne çalak û şidyayî ne, razayî ne û bi xwe de berdane.

Helbet di rewşa Kurdên Bakur de bandora siyaseta tevger û partîyên Kurd pir e. Çawa ku masî ji serê xwe genî dibe, insan jî ji serkêşên xwe genî dibin. Heger serok û serkêşên milletekî lewitîbin û bi fikrên dûrî wî milletî siyasetek genî bimeşînin, wê milletê reben jî bêhn pêkeve û birize.

Werhasilî kelam, xelk amadekarîya çûna gerstêrka Marsê dikin, em Kurd jî bi xewn û xeyalên azadkirina dinyayê daketine, em bi xewn û xeyalên demokratîkkirina dewletên dagîrker bi xwe xweş tînin.

Yanî, me pê girtiye û hûn sax…