Birastî partîyên Bakurê Kurdistanê çi dikin û çi pelûlê belav dikin?
PKK baş yan xerab, li dijî Kurdistanê yan na, dijminatîya berjewendîyên Kurdistanê dike yan nake, kêm zêde li gor bername û armanca xwe dide lotikan û karê xwe dike. Baş e, gelo partîyên ku şûr simbêlê wan nabire û ji serxwebûnê nayên xwarê, çi xwelîyê li serê xwe û li serê me dikin?
Nakokîyên şexsî, ezezî, payehezî, kursîhezî û bêtifaqîya partîyên Kurdistanî em Kurd ji mêranî xistin û fîşekek mêranîyê di keleşkofa me de nehiştin. Nû hûn dibin yek û ne jî hûn bi serê xwe karin fîşekekê biteqînin. Bes e law!
Birastî hûn çi dikin babam?
Madem hûn lotikên PKK naecibînin, madem PKK li dijî Kurdistanê û hûn Kurdistanxwaz in, hûn ji bo armanca xwe çi dikin?
We heta niha çend kevir danîne ser hev û hûnê çendan hilweşînin?
Law ma bi qûna tazî tembûr tê xwestin bavê min? Ji xwe hêz û qeweta we, endam û alîgirên we kifş û xuya ne. Ji xwe hûn bi serê xwe nikarin gavekê bi pêş de herin, qe nebe werin cem hev û bibin çaya çaydanekê cîgerim.
Ma pirsgirêk û nakokîyên we yên îdeolojîk hene?
Bi namûs tunene.
Ma armanca we teva ne Kurd û Kurdistan e?
Belê.
Ê naxwe çi!
Dev ji çîrok û mîrokan berdin heyran.
Bi allahwekîl, ez bi serê Mihemed, Îsa û Mûsa kim, heger hûn nebin yek, wê di me Kurdên Bakur nin yek bi yek û xelas…