Nûrî Çelîk
Birastî min ne dixwest ez van tiştan bêjim. Gava dibêjim jî bahwer bikin dilê min dêşe, ne rehet im. Lê wek dibêjin, kêr gihişt hestî û êdî rastî nayê veşartin. Her çiqasî rastî tehl be jî, carna meriv mecbûr dimîne rastîyan bêje, veneşêre û wan tehlîyan daqurtîne. Yan na, bêdengbûn dibe şirîkatî, şirîkatî dibe gunehkarî û yekûna wan jî dibe nexweşî û bi canê meriv dikeve.
Tê gotin ku dîrok xwe tekerrûr nake, yanî xwe dubare nake. Lê ev yek ji bo me Kurdan ne rast e. Dîroka me xwe tekerrûr dike. Hem jî gelek caran. Û malkambaxîya mezin jî ev e ku dîroka me bi destê me, bi destê siyasetmedar û desthilatdarên me xwe dubare û sêbare dike.
Bi hizr û kesayetîya xwe wek yekî PDKî û evîndarê Rêbaza Barzanî, êdî tehamil û xweşbînîya min ji PDK û siyaseta PDK re nema. Piştî têkilî û hevdîtinên bi HUDA-PARê re (ku di vê pêvajoya hilbijartinê de gerek nebûna, bibûna jî eşkere nebûna), êdî ne hezkirina min, ne sempatî û dilxwazîya min ji PDK û siyaseta wê ya pragmatist û dualî re qet nema. Wek piranîya Kurdên Bakur bahwerîya min jî jê şikest, hêvîyên min jê qut bûn, û ez gihiştim wê qinyatê ku ji 1971ê û vir ve PDK ne li xêra Kurdên Bakur, lê li dijî tifaq û yekîtîya wan disekine.
Helbet her partî mafê xwe heye go bi partîyên cîranê xwe re têkilîyan deyne. Lê heqê ti kesî tineye ku li ser navê Kurdan bi wan partî û rêxistinên ku destê wan ketiye xwîna Kurdan re têkilîyan deyne. Nexasim têkilîyên eşkere û alenî nayên qebûlkirin. Ev yek tê wateya desttêwerdana Bakurê Kurdistanê, parçekirin û nîfaqa Kurdên Bakur. Helbet her partî di berjewendî û daxwazên xwe de azad in. Lê gava berjewendî û azadîya wî ket nav hidûdê millet Kurd, li wir erkê her Kurdekî ye go ji wê partîyê re bêje STOP. Tam di vê xalê de ez li ser nave xwe ji PDK re dibêjim STOP! Hiqûkê nav me binpê nekin!
Xwezî nebûya û nekiriba, lê Hizbûllahê (HUDA-PAR a yasayî) jî wek PKK destê xwe bi xwîna Kurdan şûşt û bi sedan Kurdên welatparêz ku piranîya wan ne PKKî bûn, kirin bin axa sar. Û îro rêvebirên PDK bêyî ku hesasîyetên Kurdên Bakur bigrin ber çav, pêşwazîya wan dikin û beşdarî civînên wan dibin.
PDK li Hewlêrê pêşwazî li serokê HUDA-PARê kir. Û piştî vê sosretê bi çend rojan (bela 15 roj ji hilbijartinan re maye) Nûnerê Mesûd Barzanî, endamê polîtburo û berpirsê elaqatên derve yê PDK Cahfer Emînkî, li Diyarbekirê beşdarî mîtînga HÜDA-PAR ya 30ê Nîsanê bû û wek go tilîya xwe têxe nav çavê Bakurîyan di protoqola mîtînga Hizbûllahê de bi simbêlê reşqeytanî amade bû. Divê herkes baş zanibe go ti kes nikare ji bin webalê van kiryar û têkilîyên go ne di berjewendîya milletê Kurd de ne derkeve.
Ji 1971 (ji kujtina herdu Saîdan) û heta îro, PDK ji bo Kurdên Bakur kevirek dananîye ser kevirekî, ji bo parçekirina hêz û partîyên Kurdî (PKK ne tê de) ji çi destê wê hatiye kiriye. Ji bo li Bakurê Kurdistanê tifaq, hêz û alternatîfek Kurdistanî dernekeve holê û navenda xebata Kurdayetîyê ji destê wê dernekeve, ji Kurdên Bakur re bûye kelem û partîyên wan ji hev tar û mar kirine. Çekirina yan jî çavlêgirtina hebûna 6 PDK yên Bakur nîşanek eşkere û zelal e. Li Rojava pasîfîzekirin û ji mêranîxistina ENKS û PDK yên Rojava nîşana vê ye. Deh salan pasîfîzekirin û berterefkirina PDK yên Rojhilat nîşana vê ye. PDK tenê li Başûr fikirî ye, Kurdistan tenê wek Başûr dîtiye û îro jî bi siyaset û tevgera xwe di heman hizr û hest û helwestê de ye. Kurdistanîbûna wê tenê bi ziman e, ji qirikê bi jor de ye. Heger ne wilo bûya, di siyaset û têkilîyên xwe de wê zêdetir Kurdistanî bifikirîya, wê hesasîyet û berjewendîyên Kurdên parçeyên din bigirta ber çav û li gor wê tev bigerîya. Lê mixabin PDK berevajî vê yekê dike, hesasîyet û berjewendîyên Kurdên parçeyên din nagre ber çav û wek ku tunebin hesabê wan bi tiştekî nake. Ji bo wê berjewendîyên PDK û Başûr di ser her tiştî re ye û mixabin ew berjewendî jî di navbera PDK û YNK de heba û aloz dibin.
Di salên 70 î de alîkarîya go KUKê bi PDK (Qiyada Miweqet) re kir kesî nekir. KUKê himaltî û barkêşîya wan kir. Piştî destpêkirina nakokîyên navbera Qiyada Miweqet û Samî Evdirehman, çima ku KUK ê piştgîrî da Samî Evdirehman, PDK li ser ent û înada KUK çû di 1983an de bi PKK re protokol çêkir û qaşo tola xwe ji KUKê hilanî. Lê bi vê protokolê PDK bû şirîk û hevkarê gunehên PKK a ku ji 1977an ve destê wê di xwîna Kurdan de hebû û heye. Yak u PKK kir PKK PDK bû. PDK çek dan wê, pare dan wê, meqer û her alîkarî da PKK û di nava 45 salan de bû sebeb û şirîkê kujtina zêdeyî 100 hezar Kurd, şewitandina 4 hezar gund, wêrankirin û valakirina Bakurê Kurdistanê û asîmîlekirina bi milyonan Kurd. Belkî Kurd ji bîr bikin lê dîrok vê ji bîr nake.
Bi kurt û Kurmancî; PDK bi siyaseta xwe ya pragmatist û dualî xwe di çavên Kurdên Bakur de reş kiriye. Bi vê siyaset û helwesta xwe wek doh îro jî xizmetê ji PKK û siyaseta wê re dike. Bi vê hest û helwesta xwe li Bakur PKK xurttir dike û maf dide PKK ku ew jî têkilîyê bi YNK re deyne û li ser hesabê Kurdên Başûr siyasetê bike. Di vê derbarê de tu cudabûnek di navbera siyaseta PDK û PKK de tuneye. Herdu alî jî li ser hesabê parçeyê din siyaseta xwe dike û zirarê dide millet Kurd.
Ji ber vê; heger Kurdayetî ev be, heger siyaseta Kurdistanî ev be, heger Rêbaza Barzanî ev e, PDK li mala xwe, û em li mala xwe wesselam..
TÊBINÎ:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji van rexneyên min bêrî ne. Têkilîyên wan yên bi dewletên cîran re pêwîst û di berjewendîya Herêma Kurdistanê de ne.
Zêdetir
Ji çar çiyan sisê xeyidîn
Hest û îrade
Medya, propaganda û rewşa hêzên Bakur