Dinya û alem dizane, yek ji dewletên ku Îsraîlê xwedî dike Tirkîye ye. Ji bazirganîya xwarin û çek û petrolê bigirin, heta bi gelek bazirganîyên din, Tirkîye û Îsraîl wek du dewletên bra ne. Li dijayetî û neyartîya wan a pêş perdeyê nenerin, di pişt perdeyê de wek du cêwîkê ji dê û bavekî ne. Ji xwe Wezîrê Derve yê Îsraîlê gotibû. Gotibû, “erê Erdogan dijayetîya me dike lê Erdogan dostê me ye”.
Ji bo ku Erdogan desthilatdaräza xwe saxlem bike û bi maddeya 101 a makzagonê dîsa bibe serokkomar, şirîkê xwe dewlet bahçelî da pêş û Bahçelî jî xwe avêt tor û bextê destbrakê xwe Ocalan û ew dawetî meclîsê kir. Armanca wan ne azadkirina Ocalan yan pêvajoyek çareserîyê ye, guhertina çend xalên makzagonê û saxlemkirina desthilatdarîya Erdogan û Bahçelî ye.
Axir…
Ji bo ku di vê qeyrana Rojhilata Navîn de Kurd nebin alîgir û terefdarê Amerîka û Îsraîlê, desthilatdarîya Tirkîyê bi hemû aparatên xwe Îsraîlê li ber çavên Kurdan reş dikin û Îsraîlê di çavên Kurdan de dikin wek şeytanê naletlêhatî. Lê di bin re jî bazirganîya xwe bi wî şeytanî re dikin û bêrîka xwe dadigirin.
Endamê AK Partiyê Orhan Sîroglû (pardon Mîroglu) jî ji neyartîya Îsraîlê kêm nema û da lotik û zîtirkan. Mîroglû ji Erdogan û Bahçelîyê nîjadperest pêşdetir çû û di parvekirina xwe de got: „Soza hezar Kurdistanê ne hêjayî naleta hevkariya bi Îsraîlê re ye“.
Yanî, naleta ku li Îsraîlê bê kirin ji hezar Kurdistanê çêtir e.
Hûn dibînin ne!
Wulen oxlim, pozdirêj, bihêle bela Kurd biryara xwe bidin. Kurd bi Îsraîlê re bin, bi Amerîkayê re bin, bi şeytên yan bi melkemot re bin, ji te re çi kurmî!
Aqûbet li serê dîktatorên din be
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî