Wek dibêjin ji wan re adet e lê ji xelkê re qebhet e. Yan şûjina di çavê xwe de nabînin, derzîya di çavê xelkê de dibînin. Em wilo ne.
Desthilatdarîya AKP û MHP qeyûm avêtin şaredarîyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetê. Helbet înkar û binpêkirina îradeya gel kiryarek dijmirovatî û dij Kurdayetîyê ye. Lê ev lotik ne lotika cara ewil e, bi salan e ev lotik tên avêtin û herdu alî jî bi van lotikên xapînok hem hevdu temam dikin û hem jî pê Kurdan dixapînin.
Hevserokê partîya DEMê birêz Tuncer Bakirhan li bajarê Mêrdînî beşdarî civînên şermezarkirina qeyûman bû û çend lotik avêtin. Lotikên xweş jî avêtin, yên ne xweş jî. Yên rast jî, yên şaş jî.
Meselen heval Bakirhan bang li wekîlên nava AKP kir û got: “ Em hemû siyasetmedarên Kurd ên xwedî rûmet, ên ku nanê Kurdan xwariye û ava Kurdan vexwariye û di nava AKP de siyasetê dikin, vedixwînin îstîfayê“.
Ê wele em hemû jî dixwazin ku Kurdên nava AKP, CHP, MHP û partîyên din îstîfa bikin, dev ji potînalêsîya partîyên sîstemê berdin û Kurdayetîyê bikin. Lê îstîfakirina ji partîyan têr nake ez heyran. Îstîfaya asasî û bi wate îstîfaya ji meclîsê ye. Meclîs meclîsa AKP û MHP ye, pare ji wir tên, kursî û meqam ji wir tên, meaş û mûçe ji wir tên, wezîrtî û tiştên din ji wir tên. Çima îstîfya ji partîyê lê ne îstîfaya ji meclîsê?
Birastî heval, madem hûn ji AKP û MHP ne razî ne, hûn di meclîsa wan de çi dikin? Çima hûn mûçeyên xwe ji meclîsa wan distînin? Madem hûn wek rejîmek faşîst bi nav dikin, hûn di meclîsa faşîstan de çi pelûlê belav dikin? Madem hûn desthilatdarîyek nû û li dijî AKP û MHP dixwazin, çima hûn terka meclîsê nakin û rê ji hilbijartinek pêşwext re venakin?
Di serî de hûn wek DEM ji meclîsê îstîfa bikin ku wekîlên nava AKP jî bidin dû we û ji partîya xwe îstîfa bikin cîgerim. Wa hûn nikarin dev ji kursî, meqam û mûçeyên meclîsê berdin, îcat wê wekîlên AKP dev jê berdin yabo qurban…
Ji xwe dest pê bikin û bibin mînak wî….
Stenbol
Aqûbet li serê dîktatorên din be
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî