Mihemed Soran
Serokê serokên Herêma Kurdistana Iraqê kak Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta 240 salîya damezirandina bajarê Silêmanîyê lotikek avêt û pesnê Silêmanîyê da.
Nêçîrê me di lotika pîrozbahîyê de ji bo Silêmanîyê got: “ Canekem, Silêmanî di dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurdistanê de navekî bi bandor e, Silêmanî şanazîya gelê Kurdistanê ye“ filan û bêvan û pê de çû.
Nêçîrê me ji bo Silêmanîya ku di sala 1784an de ji alîyê Mîrê Baban Îbrahîm Paşa ve hatiye damezrandin berdewamîya pêşketin, bextewarî, aştî û aramîyê xwest û dilê Soranekanim xweş kir.
Dibe ku Silêmanî bajarekî pêşketî û di dîroka çandî û hunerî ya Kurdistanê de xwedîyê bandorekê be. Lê di dîroka siyasî ya Kurdistanê de tiştekî ku meriv bi silêmanîyê şanaz be heye yan tuneye nizanim. Belkî hebe jî min nedîtiye yan nexwendiye.
Ez bahwerin Nêçîrê me tiştek ji bîr kiriye, yan jî dizane lê nexwestiye bêje û zimanê dîplomasîyê bi kar anîye. Ew jî şanazîya lotikên Îbrahîm Ehmed û mîrata wî ye. Ew mîrata ku şanazî pê nayê kirin û îro keç û nevîyên wî berdewam dikin, çi nav lê tê kirin nizanim. Şanazîya herî dawîn jî li Kerkûkê hat kirin.
Werhasilî kelam, Nêçîrê me rast got lê naveroka şanazîyê tije nekir.
Birastî şanazî çi ye?
Bajarê ku malxwêyî û mazûrvanî ji gelek xiyanetan re kiriye, meriv çawa dikare pê şanaz û serbilind bibe nizanim kaka…
Silêmanî
Aqûbet li serê dîktatorên din be
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî