Abdûllah El Kurdî
Mîrzayê Erebistana Siûdî Bîn Selman bi reformên xwe qûnê li Ereban û şerîeta wan diqetîne û tiştên kesanedî dike. Tiştên ku heta îro li Erebistanê tabû û qedexe bûn, bi lotikên Bîn Selman hêdî hêdî tên guhertin. Li Erebistanê êdî jin dikarin herin sînemê, şano û konseran, dikarin sere xwe vekin, trimbêlan bajon û gelek tiştên din.
Bi xêra lotikên Bîn Selman, herî dawî lotikvana germik û nermik, stranbêja kinik û kurtik Jennîfer Lopez konserek li Erebistana Siûdî da û hişt ku girêza devê Erebên qûnreş biherike. Lopeza ku li pişt wêneyê Kabeyê konsera xwe da tir ji hecîyan jî berda. Hecîyên ku ji seranserê cîhanê tên hecê û bi milyon dolaran Bîn Selman û şêxên Erebistanê dewlemendtir dikin, nizanin ku pereyên wan dikevin bêrîka şêxên Ereban û ew jî pê zik û berzika xwe têr dikin.
Jennîfer Lopez a ku nîv şût û rût derket pêşberî Erebên şerîetparêz û bi lotikên xwe derpîyê wan şil û pil kir, çend milyon dolar ji Bîn Selman stendiye nizanim. Lê ez dizanim ku Lopezê bêrîka xwe germ kiriye û dibe ku doşek û nivîna Selman jî germ û nerm kiribe.
Werhasilî kelam, Jennîfer Lopez bi kevirekî du çûk kujtin. Yek jê belaş û bê pere bû hecî, a din jî milyon li milyon dolarên xwe zêde kirin.
Û bela xwelîserên me jî herin hecê û keviran bavêjin şeytanê reben..
Êêêêê, belasebeb negotine hinek dikin û hinek dixwin qurban…
Erebistan
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt