Nûrî Çelîk
Li Rojavayê Kurdistanê baş an xirab, bi dilê me yan bêdilî me, em jê hez bikin an nekin, PKKî bin an nebin, îro statuyek hatiye bidestxistin û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk desthilatdarîya wê statuyê dike. Çawa ku başûrî xwe wek parçeyek ji xaka Iraqê dibînin (her çiqasî federasyon bin, xwedî al, parlemento û artêşekê bin jî), HSD jî xwe wek parçeyek ji xaka Sûrîyê dibîne û li gor wê siyasetê dike. Belkî jî şert û şirûtên herêmê û cîhanê vê yekê pêwist dike. Lê statuyek heye, destkeftinek heye û çawa ku em destkeftîyên li Başûr diparêzin û xwedî lê derdikevin, divê em xwedî li statuya Rojava û destkeftinên wê jî derkevin.
Rojava, ji qewla HSD û PKK ve Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, îro di navbera Amerîka, Îsraîl, PKK (Qendîl-Îran) û Tirkîyê de bûye armanc û hedefek stratejîk û herkes qozê xwe li ser Rojava dilîze. Ji bo çarçekirin û têkbirina Sûrîyê û şikandina per û baskên Îranê (çeteyên bi Îranê ve girêdayî), Rojava û HSD ji Amerîka û Îsraîlê re pêwîst e. Ji bo yekparçeyîya Sûrîyê û xurtbûna destê Îranê, Rojava û HSD ji PKK û Generalên Qendîlê re pêwîst û girîng e. Dîsa ji bo yekparçeyîya Sûrîyê û rêlibergirtina Kurdistanek federal yan serbixwe, Rojava û têkbirina HSD ji bo Tirkîyê pêwist û girîng e. Yanî, di şer û nakokîyên Rojhilata Navîn de Rojava navendek ji navendên pirsgirêk û çareserîyê tê dîtin. Ji ber vê, herkes, her alî, dixwaze Rojava li gor berjewendîyên xwe bi kar bîne û xwedî lê derkeve yan jî dijayetîya wê bike.
Tirsa ku Rojava jî wek Başûr bibe herêmek serbixwe û di pêşerojê de ji Sûrîyê cuda bibe, û pê ve girêdayî tirsa ku Rojava û Başûr bibin yek beş, xew li rêvebirên Tirkîyê herimandiye. Evê tirs û xofa ku îro derûnîya wan tevlihev kiriye, hiştiye ku di ser Devlet Bahçelî re û bi heman gotin û çîrokên bêhnpêketî Kurdan dîsa wek rizgarîxwazên Tirkîyê bi kar bînin û xwe ji parçebûnê bisitirînin.
Tirkîye bi sala ye bi mahneya PKK êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û di sînorên Kurdistanê de baregeh û xaka xwe berfireh û saxlemtir dike. Bi êrîş û kiryarên xwe dixwaze hem destkeftîyên Başûr û Rojava tengtir bike, û hem jî wan neçarî hikûmeta Bexda û Şamê bike. Yanî, wan ji çap bixe û wan neçar bike ku serî li ber siyaset û daxwazên Bexda û Şamê bitewînin. Li Başûr heta bi radeyekê ev pêk hatiye û qedera Kurdan ketiye destê Hikûmeta Bexdayê. Bexda li gor qîma xwe mûçeyan dişîne yan naşîne, demografîya Kurdistanê li gor berjewendîyên xwe û Ereban diguherîne. Lê ji ber tevlihevîya Rojava û jarbûna desthilatdarîya rejîma Beşar Esed, rewş û pêşeroja Rojava û HSD ne kifş e û ev jî ji Tirkîyê re wek metirsîyek mezin tê dîtin. Sedema ku Tirkîye berê xwe û giranîya hêza xwe dide Rojava yek jê jî ev e.
Hatina Donald Trump û daxuyanîyên rayedarên Îsraîlê her çiqasî Kurdan wek hevkar hevpeymanên wan didin nîşandan jî, tu misogerîyek ji bo pêşeroja Rojava naxuye. Lê Rojava û HSD aktorek in û heger Amerîka, Îsraîl û HSD bi rastî jî hevpeymanîyek pêbawer saz bikin, bi şertê ku PKK desttêwerdanan di nav de neke, wê ev yek bandorê li çarenûsa hemû beşên Kurdistanê bike.
Bi kurt û Kurmancî; Divê bi çavê berjewendîyên partîtîyê yan dijberîya filan û bêvan partîyê em nêzîkî meselê nebin. Ji bo xêra Kurdan û ji bo bidestxistina statuya her parçeyî çi bê kirin divê bê destekkirin û xwedî lê bê derketin. Ya girîng ne desthilatdarîya filan û bêvan partîyê, lê berjewendî û pêşeroja Kurd û Kurdistanê ye. Bi kêmasî û xeletîyên xwe, bi şaşî û rastîyên xwe, divê Rojava bi tenê nemîne. Tenêman û tenêhiştin dibe sebeba hemû şaşî û xeletîyan wesselam….
Aqûbet li serê dîktatorên din be
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî