Kurdekanên Başûr û bi taybet lotikvanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketine ber bayê aştî û demokrasîya Iraqê û bi siyasetek hindik û rindik dixwazin xwe li ser lingan bigirin û hebûna xwe bidomînin. Partîtî, berjewendîyên şexsî, malbatî û herêmî, nakokîyên PDK û YNK, dûrketina ji hestên netewî û gelek sedemên din, hiştiye ku Kurd qîma xwe bi siyaseta hindik û rindik bînin û destkeftîyên heyî ji dest bernedin. Ji ber Hikûmeta Bexdayê jî van nakokî û berberîyên navxweyî dizane, wan li dijî hev baş bi kar tîne û heta jê tê pirsgirêkên ku divê bên çareserkirin taloqî wextekî nediyar dike. Zikmezinên Bexdayê bi derengxistin û carna jî bi nedana mûçeyan Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilebikîne (meşgûl dike) da ku maddeya 140 û herêmên ku ji Kurdistanê hatine cudakirin neyên rojevê û biryar li ser neyê dan.
Nakokî û neyartîya PDK û YNK, ango Barzanî û Talabanîyan, dihêle ku alîyek serê xwe bi pirsgirêkên alîyê din neêşîne û wek ku herêmek wek herêma din ne beşek ji Kurdistanê be tev digerin. Ev helwest, hişmendî û neyartîya ku bi dehê salan e di navbera van her du alîyan de heye, hiştiye ku Kurd li Iraqê gelek destkeftin û fersendên dîrokî winda bikin. Sedema herî mezin ezezî, partîtî û malbatî ye û ev hişmendîya ku ziyanek mezin dide yekîtî û yekrêzîya Kurdan, di pêşîya serxwebûna Kurdistanê de jî astengek sereke ye. Duserîtî, du artêşî, du herêmî û du rêvebirî ji berjewendîyên dagîrkeran pê ve xizmetê ji Kurdan re nake, nekiriye û wê neke jî. Ev dubendî ne tenê ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê, ji bo Kurdên beşên din û ji bo Kurdên seranserê cîhanê jî dibe mînakek nebaş, dibe sedema têkçûna bahwerî û hêvîya pêşerojek azad. Dubendîya PDK û YNK rûn li ser nanê her çar dagîrkeran dike û bi taybet dihêle ku Hikûmeta Bexdayê hespê xwe li gor berjewendîyên xwe bibezîne û desttêwerdanan di guhertina demografîya gund û bajarên Kurdistanê de bike.
Di demên borî de Hikûmeta Bexdayê bi rêya artêşa xwe gelek caran desttêwerdan di guhertina demografîya Kerkûkê û gundên derûdora wê de kirin û hê jî dike. Rayedarên Kurdistanê bêdeng man, helwestek tund dananîn û tenê bi çend daxuyanîyên sergirtî şermezar kirin. Erd û zevîyên Kurda şewitandin bêdeng man, Kurd koçber kirin bêdeng man, Ereb li Kerkûk û gundên wê bi cîh kirin, bêdeng man. Îro jî ji bo serjimarîyê bang li Kurdan dikin ku vegerin Kerkûkê.
Wek dibêjin „piştî tirê kezîkurê“. Heger we ji roja ewil de helwestek tund û Kurdistanî danîya, wê îro Kerkpk di destê Kurdan de bûye û wê demografîya wê jî nehatiba guhertin. Heger gazindek we hebe divê gazinda we ji we be, ne ji Kurdên koçber û derbeder be kaka.
Kerkûk
Berde binê te erd e
JI TAHÎRÊ MIN Ê BÊHNRIHAN RE!
Xaltîka me Îlham lotikek ademî avêt