Mihemed Soran
Helbet bi aştîyane çareserkirina pirs û pirsgirêkan daxwaza me hemiyan e. Kes naxwaze xwîn birije û zarokên me bên kujtin. Lê li Rojhilata Navîn, div ê herêma herî gemarî, herî paşverû, herî zalim û herî bê heq û hiqûq de çareserîyek aştîyane çiqasî gengaz e, cîhê pirs û meraqê ye. Bi taybet di dewletek mina Tirkîyê de çareserîyek aştîyane ji bo Kurdan çiqasî aqlêselîm û cîhê bahwerîyê ye, kes nizane. Ev dewleta ku dijminê riknê miletê Kurd e û ji bo tunekirina Kurdan her tiştî dike, wê çi bide Kurdan û çi ji wan bistîne, divê em baş hesab bikin.
Axir, Serok Mesûd Barzanî di Forûma Aştî û Ewlekarîya Rojhilata Navîn (MEPS) de li Duhokê axivî û got; „Em kêfxweş in ku li Tirkîyê pêvajoya aştîyê ji nû ve dest pê kir. Li ku derê însiyatîfa çareserîya aştiyane hebe, heta ji destê me bê emê piştgirîyê bidin û li ser bisekinin“ û wekî din.
Carekê li Tirkîyê tu pêvajoyek aştîyê dest pê nekiriye, pêvajoya xapandina Kurdan dest pê kiriye û halîzhazir li holê tu çareserîyek naxuye. Lotikvanên Tirkîyê tenê dixwazin bi rêya Ocalan dîsa Kurdan bi xwe ve pîne bikin û wan ji plan û projeyên Amerîka û Îsraîlê dûr bixin. Bi taybet dixwazin bi rêya Ocalan Rojava têxin bin kontrola xwe da ku Sûrîye parçe nebe û Kurd nebin xwedîyê statuyekê.
Werhasil, Serok Barzanî di axavtina xwe de li dij terorê derket û got: „Serpêhatina terorê ji bo gelê me xwekujtin e. Her kesê ku bi rêya terorê dixwaze xizmeta Kurdistanê bike, berî ku xiyanetê li kesekî din bike, wê xiyanetê li Kurdistanê bike“ û pê de çû.
Nizanim ne Serok Barzanî tenê behsa terora ku sivîlan dikuje dike, yan şerê çekdarî jî wek beşek ji terorê dibîne. Heger mijar kujtina sivîlan be rast e, teror sûcekî mirovahîyê ye, nayê qebûlkirin. Na heger şerê çekdarî jî wek beşek ji terorê bê dîtin, heta hetayê emê di bin destê keftaran de bimînin û emê nikaribin mafên xwe bistînin.
Serok Barzanî gotina herî xweş û rast hişt dawîyê û got: „Zilmek mezin li Kurdan hat kirin, miletê Kurd 100 sal hat înkarkirin. Kurdan 100 sal li ber xwe da, ne înkarkirina hebûna Kurdan bi ser ket û ne jî Kurdan karîbû vê rastîyê biguherînin. Ev ji me re dibêje ku divê em rûnin û li ser serdemek aştiyane, biratî û rêzdar bifikirin. Ez ji ezmûna xwe fêr bûm ku ger em bi xwe bawer nebin, heke em ji her fedekarîyê re ne amade bin, kes nikare tiştekî ji me re bike „.
Aha ev lotik lotikek xweş bû.
Yanî, gotina „heke em ji her fedekarîyê re ne amade bin, kes nikare tiştekî ji me re bike „.
Yanî, divê berê em Kurd ji her tiştî re amade bin, em ne amade bin kes me li ser pişta xwe nake û nikare tiştekî ji me re bike. Bi gotinek din, ji Kurdan pê ve dostên Kurdan tunene. Divê em ji xwe re tiştekî bikin ku xelk jî karibin hebûna me qebûl bikin. Ê helbet qebûlkirina hebûnê jî bi hebûna hêz û bi şer dibe. Ji ber heta îro tukesî bi aştî û bi xweşî tiştek nedaye me Kurdan, fedakarî jî bi şer û tifaqa nava Kurdan ve girêdayî ye. Lê mixabin di serî de li Başûr û piştre li hemû beşên Kurdistanê ne tifaqa Kurdan heye û ne jî temsîlîyet û nûnerayetîyek wan.
De ya bi xêr kaka…..
Silêmanî
Aqûbet li serê dîktatorên din be
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî