Aram Serhedî
Komeleya Civaka Kurd li Parlamentoya Almanyayê 30 salîya xwe bi ahengekê xwe pîroz kir û lotikek kesanedî avêt. Helbet em 30 salîya wê pîroz dikin û di kar û xebata wê de serkeftinê jê re dixwazin.
Heta vir tu gotinek me tuneye. Her komele û sazîyên ku li ser navê Kurdan li Ewrûpayê kar û xebatê dikin divê rêz jê re bê girtin û piştgirîya wan bê kirin. Lê divê em komele û sazî jî lotikên zêdeyî bejna xwe navêjin, kar û xebat, ked û berdêla ku komele û sazîyên din di ber Kurdan de dane înkar nekin, li ser keda wan neçêrin û li ser nave Kurdan vir û derewan nekin.
Ji berî salên 80î û heta îro gelek komele û sazîyên Kurd li Ewrûpayê û bi taybet jî li Almanyayê kar û xebatên hêja ji bo Kurdan kirine. Herweha partîyên Kurd ên siyasî jî kedek mezin dane. Lê heta îro tu komele, dezgeh û partîyekê xwe wek nûner û berdevkê Kurdan nedîtiye û negotiye em temsîka Kurdên li Almanyayê dikin. Belkî temsîla endam û alîgirên xwe bikin. Lê temsîlkirina 1-2 milyon Kurdên li Almanyayê nebûye nesîbê tu komel û partîyê. Lê Komeleya Civaka Kurd ( Kurdische Gemeinde Deutschland) rabûye lotikek zêdeyî bejna xwe avêtiye û dibêje em temsîla 1,5 heta 2 milyon Kurd dikin.
Ya staaaaar û ya star!
Lotikvanê Komeleya Civaka Kurd Alî Ertan Toprak ji lotikvana Rûdawê re da lotikan û hinek tiştên dûrî aqilan, dûrî rastîyan got. Alî Ertan Toprak Komeleya Civaka Kurd ewqasî mezin û bilind kir ku heçê nizanibe wê bêje qey rast e.
Alî Ertanê me bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û ji lotikvana Rûdawê Ala Şalî re got:
“Komeleya Civaka Kurd li Almanyayê bi qasî 1,5 mîlyon heta 2 mîlyon Kurd temsîl dike. 35 rêxistinên li Almanyayê endamên vê komeleyê ne û nêzîkî 10 hezar endamên wan hene ku ji sedî 10 Alman in“.
Ya staaaaar û dîsa ya star!
Ê başe babam, madem 10 hezar endamên we hene, çima me rojekê 100 endamên we di çalakîyekê de nedît? Madem ji sedî 10 endamên we Alman in, Alman çawa dikarin temsîla Kurdan bikin? Ew 35 rêxistinên ku qaşo endamên we ne, li ku ne û çi dikin?
Û gelek pirsên din…
Û lotikvan Rûdawê?
Wek ku haya wê ji tiştekî tunebe (xuyaye tuneye jî) ev hevpeyvîn belav kiriye û bûye şirîka gunehên Alî Ertan. Madem tu rojnamevan î, çima tu pirsa komele û rêxistinên din ji Ertan beg nakî keçko?
Federasyonek wek KOMKAR ku ji 1979an û heta îro kar û xebatên hêja ji bo Kurdan kiriye û dike, negotiye û nikare bêje em temsîla Kurdên Almanyayê dikin. NAVEND a BONNê ku 30 sal in xebatê ji bo Kurdan dike nabêje em temsîla Kurdan dikin. Û gelek komele û rêxistinên din.
Lê xuyaye Alaya me jî ketiye ber bayê nûçeyên paparazzi û xwestiye navekî bi dû xwe bixe.
Werhasilî kelam, tu komele, dezgeh û partî îro nikare temsîla Kurdan bike. Û kî bêje em temsîla Kurdên Almanyayê dikin derewan dikin û xelas..
Berlîn
Aqûbet li serê dîktatorên din be
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî