Elî Efrînî
Dîktator Beşar Esed revî revî ji Sûrîyê revîya û xwe li Potînê Rûsyayê girt. Piştî çûna wî hêvîêyek çêbû ku xwelîserên me Kurdan jî di Sûrîyê de bibin tiştek û têkevin şûna zilaman. Lê bêtifaqî û berberîya wan rê li ber wan digire. Dixuye ku dîsa wê ji otoboz û trênê bimînin, di herêmek teng û zîndanek wek zîndana Sednaya de bên hepiskirin. Kurdên ku hefsarê her partîyek wan di destê hinekan de ye, li hev nakin û bi vê rewşa xwe xizmetek mezin ji siyaseta dagîrkerên Kurdistanê re dikin.
Tam di vê de ma ku em ji siyaseta HSD û YPG bêhêvî bûbûn, Cîhgirê Serokê Koalisyona Mixalefeta Sûrîyê Dr. Ebdulhekîm Beşar gîha hawara me û em ji xewa giran veciniqandin.
Lê şikir ji xwedê re!
Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê Dr. Ebdulhekîm Beşar, ji Efrîna dagîrkirî bersiva pirsên lotikvana Rûdawê Nalîn Hesen da û da lotik û zîtirkan.
E. Beşar, gelek tişt gotin û buhar anî kabê. Got “tu pirsgirêka me bi YPG û PYD re tuneye, pirsgirêka me bi Qendîlê re ye”. Got “Sûrîye ber bi federasyonê ve dire lê HTŞ heta niha federasyon qebûl nekiriye”. Got “divê HSD bibe hêzek Sûrîyê û kesên ne Sûrîyeyî (PKK û çeqilmastên din) di nav de nemînin”. Got “me efûyek giştî derxistiye û bela hemû Efrînî vegerin malên xwe”. Got “bela HSD êlan bike ku tu girêdanek wan bi Generalên Şikeftên Qendîlê re tuneye”. Û di dawîyê de got “ezê li ser navê Kurdan herim Şama Şerîf”.
Û gelek lotik û zîtirkên din..
Kuro hey te serê min xwaro, ma pirsgirêka we tenê bi Qendîlê re heye exûyî? Pirsgirêka Tirkîyê pê re heye, ya Amerîka û Ewrûpayê pêre heye, ya Barzanî û hemû Kurdên derveyî PKK pê re heye, pirsgirêka Bahçelî û Ocalan pê re heye, pirsgirêka PDK Îran pê re heye, ma pirsgirêka kê pê re tuneye mêro! Ma go ne ji wan qeneralên sererd û binerd ên Qendîlê bûya, niha Kurdistan ji zû de xweser bûbû bavê mino, ma kî vê nizane.
Lê dîsa jî şikir ji xwedê re. Va wê Ebdulhekîm Beşar (Beşarê yekem revîya Moskofê) li ser navê Kurdan berê xwe bide Şama Şerîf û wê bi sofîk û mofîkên HTŞ re mizakere û bazarek mezin bike. Belkî Beşarê me bi xêra dê û bavê xwe qoçan û tapoya federasyonekê ji Kurdan Rojava re bîne. Her me tu xêr ji PYD û YPG nedît. Hêvîya me maye DR. Ebdulhekîm Beşar û mixalefeta pê re û hûn sax…
Efrîn
Neyartî ne çareserî ye kaka
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e