Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye

Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kak Bafil Talebanî, li ser rewşa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê çend lotikên Talabankî avêtin û got: “Heta ku pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin, tu aştî û quzilqurt li Rojhilata Navîn çênabe”.

Wilo li Bafilê me nenerin. Erê porê wî weşiyaye û keçel e, lê ez bi gora Mam Celal bikim qeraseyekî zilama ye û Kurdekî temam e. Gotinên xwe bê tirs dibêje û hesabê kesî bi xirê xwe jî nake. Wek hinek alîyan ji tirsa Tirkan xwe virde wêde nabe û dîtinên xwe deqerû dibêje.

Aferîn kak Bafil!

Bafilê me, di derbarê Sûrîyê û Rojava de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya xwe de çend lotikên Kurdewarî avêtin û got: “ Canekem, em bi temamî rêzê li vîna gelê Sûrîyê digirin, nemaze biryarên ku di derbarê pêşeroja welêt de tên dayîn. Lê di çarçoveya paraztina mafên hemû netewe û pêkhateyan û liberçavgirtina rastîya siyasî ya li wî welatî. Em hêvî dikin ku ev yek wek derfetek girîng bê dîtin da ku bi siyasetek welatparêzîya hevpar qonaxek nû ya desthilatdarî û dadperwerîyê derkeve holê û pêşerojek aram ji bo gelê xwe misoger bike“ û pê de çû.

Qeraseyê zilaman kak Bafil di dawîyê de got: Di vê rewşa hestiyar de em piştevanîya xwe bi tevahî ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dubare dikin. Hêvî dikim ku em hemû bi yek deng û bi gotarek welatparêzî piştevanîya wan bikin, li ber wan metirsîyan bisekinin ku li ser jiyan û aramiya wan gef in. Herî dawî em tekeziyê li liberçavgirtin û paraztina mafê gelê Kurd dikin, em hêvî dikin ku hemû alî biryara durist û jîr bidin û parêzvanîyê li aştî û pêkvejiyana herêmê bikin. Ji ber ku me berê jî gotiye, heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, tu aştî û quzilqurt li Rojhilata Navîn ne pêkan e”.

Werhasilî kelam, daxuyanîya Bafil ji daxuyanîyên lotikvanên PDK zelaltir, xweştir û rasteqîntir e. Ewên ku ji tirsa têkilîyên xwe yên bi Tirkîyê re newêrin rasterast piştgirîya Kurdên Bakur û Rojava bikin, wek ku heta îro nebûye, wê ji îro û pê de jî tu xêra wan negihê me û xelas…

Kerkûk

About The Author