Bavê Cengo
Kesî ji we bratîya gur û mîhê dîtiye? Na. Kesî ji we bratîya mişk û pisîkê dîtiye? Na. Kesî ji we bratîya hirç û hirmîyê dîtiye? Na. Kesî ji we bratîya kew û nêçîrvan dîtiye? Na. Lê Kurd bibin brayê her kesî. Kurd ji barîya hev zêdetir dibin brayên dagîrkerên xwe, dibin brayên celadên xwe.
Bratîya gelan, bratîya ummetê, bratîya Kurd û Ereb, Tirk û Farisan ji zû de têk çûye. Lê çi hikmet be hinek alî bi darê zorê dixwazin Kurdan wek bra bi dagîrkerên xwe ve pîne bikin û bizeliqînin. Ji bo Kurdan ji hest û hişmendîya netewî dûr bixin, bratîya gelan û bratîya ummetê wek çek û sîlehek mezin bi kar tînin. Û hinek Kurdên me jî bi zanîn, bi plan û projeyên dewletê berê Kurdan didin bratîya gel û ummetê û wan ji hest û hişmendîya netewî dûr dixin. Bratîya ku Kurdan heta îro ji dijminatîyê pê ve tu xêr jê nedîtiye, wek toqa naletê ketiye (xistine) stuyê me û me pê di xew re dibin.
Axir…
Hêzên Sûrîreya Demokratîk HSD (ev gotina demokratîk jî toqek ji toqên naletê ye) a ku piranîya hêz û bingeha wê Kurd in, bi xêra Amerîkayê bû hêzek mezin û destkeftîyek baş xist destên xwe. Lê siyaseta bratîya gelan ew ji armanca wê dûr xist. Li şûna destkeftinên netewî û tifaqa Kurdan, bratîya gelan (Ereban) û berjewendîyên yekpareyîya Sûrîyê ji xwe re kirin qûş û armanc. Lê di vî şerê dawî de qûna reş û spî eşkere bû û derket hole ku bratîya gelan xewn e, çîrok e, dek û dolab e, xefik û lîztik e.
Di şerê Mimbic û Dêrezorê de gelek leşkirên Ereb (ên di nava HSD de) xincerek li pişta Kurdên (HSD) xistin, ji HSD cuda bûn û ketin nav refê terorîstên HTŞ. Erebên qûnreş û bêderpî dîsa bêbextîya xwe nîşan dan û bi zelalî eşkere kirin ku bratîya Kurd û Ereban xeyal e, çîrok e û herkes kurê bavê xwe ye.
Werhasilî kelam, berî hezar salî em Kurd çi xwelîser bûn, îro jî em ew xwelîser in. Doh bav û kalên me xulamtîya xelkê dikirin, îro jî em dikin.
Ê de ya bi xêr…
Dibêjiin heger ne ji ehmeqan be serdest nikarin jîyana xwe bidomînin. Ê me jî ev mesele ye. Heger ne ji Kurdan ba, ne ji wan be, dagîrkerên me nikarin jîyana xwe bidomînin. Ji ber kurtanên kerên wan em in.
Qamişlo
Neyartî ne çareserî ye kaka
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e