Bavê Cengo
Roj û hefte, meh û sal wek avê derbas dibin. Gelek caran heger meriv di wextê xwe de, di dema xwe de biryaran nede û xwe negihîne pêvajoyê, derfet ji destê meriv difilitin û meriv li paş hevalên xwe dimîne.
Îro Rojava û pêvajoya Sûrîyê jî wilo ye. Heger Kurd û partîyên Kurd bi vê pêvajoya zîz de hebin yek, wê li paş xelkê bimînin û nikaribin di Sûrîyeya nû de xwedî erk û gotin bin. Yanî, heger nebin yek, wê Hikûmeta Sûrîyeya Nû mîrkutan li nav serê wan bixe yek bi yek.
Axir…
Li ser bextê fitne û fesadên Kurdistan24 be, dibêjin pismamê Beşar Esed, Rîbal Esed hevpeyvînek bi wan re kiriye û çend lotik avêtine.
Li gor dibêjin, Rîbal Esed gotiye : “Pêkanîna sîstema federalî ji bo Sûrîyê baştirîn çareserî ye. Divê Kurd jî di maf û erkên xwe de wek hemû pêkhateyên din wekhev bin û di Sûrîyeya nû de cudahî di navbera pêkhateyan de nebe” û pê de çûye.
Esed piştre gotiye: “Divê em daxwazê ji Amerîka û welatên rojavayî dikin ku di amadekarîya destûrek nû de alîkarîya me bikin, ji ber ku ezmûna me ya dewletek laîk û demokrasîyê nîne. Em Erebên qûnreş me nesîbê xwe ji laîkbûn û demokrasîyê nesitendiye. Di vê destûra nû de divê rêz li taybetmendîya ziman, çand û adetên her kesî bê girtin” û filan û fîstan.
Û herî dawî jî refîq Esed gotiye: “Bi allahwekîl, bi şanzdeh telaqên jinberdanê, heger Kurd dengê xwe nekin yek û nelezînin, wê li Şamê pê bigirin û destvala jê vegerin û xelas”.
Rîbal Esed rast gotiye û xweş gotiye. Lê ka ew Kurdê biaqil ku karibe li berjewendîyên miletê Kurd bifikire yabo qurban. Em Kurd hînî lezandinê nebûne wî, bêhna me fireh e…
Qamişlo
Neyartî ne çareserî ye kaka
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e