Mihemed soran
PKK û Apocîyên me, yanî hevaller, ji sibê heta êvarî Barzanî bi hevkarîya Erdogan û bi xiyanetê tohmerbar dikirin. Ev jî ne bes bû, îcar Barzanî û Serokê Faşîstên Tirkîyê Devlet Bahçelî dixistin mêzînekê û di medya xwe de dibû qarewara wan.
Lê dewran zîvirî, qantir za, û li şûna Barzanîyan PKK û Ocalan ketin mêzîna Devlet Bahçelî. Êdî gotina “faşîzma AKP û MHP“ ji ser zimanê hevalleran ket û “sayin-birêz Erdogan û Bahçelî“ ket devê wan.
Werhasil, dibêjin dinya ji kesî re namîne, tohmet û boxtan li xwedîyê xwe vedigerin. Îro îro ye, lê sibê kes nizane wê çi bibe.
Axir…
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kak Mesrûr Barzanî berê xwe da Tirkîyê, li enqerê peya bû û silavek da Serokê Bahçelî û Ocalan sayin R. T. Erdogan. Heger em bêjin Serokê Bahçelî û Ocalan xwe nexeyidînin heval, ê ku îro dolaba Tirk û Kurdan digerîne Erdogan e. Û ê ku ji Erdogan re dibêje sayin jî sayin Ocalan e.
Helbet têkilî baş in. Li şûna şer û pevçûnê meriv karibe bi xweşî, bi aştî û bi hevdîtinê pirsgirêkan çareser bike helbet baş e. Lê li ser asasê berjewendîyên Kurd û Kurdistanê. Kêm yan zêde, divê tiştek ji Kurdan re bê xwestin û hewl bên dayîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û xortê lihevhatî kak Mesrûr Barzanî, li ser hevdîtina xwe û Erdogan dauyanîyek kurtik û murtik da û got: „Me di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li Koçka Komarê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir“ û pê de çû.
Kakacanê me bi dewamî got: “Di hevdîtinê de behsa bihêzkirina peywendîyên dualî, pêşhatên dawî yên li Iraqê, pêşhatên herêmî û Sûrîyê hat kirin. Her wiha me tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û rakirina astengiyên li pêşîya hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê kir“ filan û bêvan.
Heta vir normal û xweş bû.
Lê ya jê xweştir ev bû, û Barzanî got: „Ddi derbarê rewşa Sûrîyê de, me li ser wê yekê li hev kir ku aramî, ewlehî û mafên hemû pêkhateyên wî welatî bên paraztin“.
Aha ev lotikek pîroz û xweş bû.
Yanî, li ser paraztina mafên Kurdên Rojava jî li hev kirine.
Ma ka jê xweştir heval?
Ewên ku heta doh we bi xayîntî û xwefiroşîyê tohmetbar dikirin, îro ji bo mafên we destên xwe dixin bin kevir û dîplomasîyê ji bo paraztina we dikin.
De ya bi xêr…
Silêmanî

Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane